Hunermendê Kurd Ahmet Kaya di 25emîn salvegera mirina xwe de li ser gora xwe hat bibîranîn.
Hunermendê Kurd Ahmet Kaya ku di 16ê Mijdara 2000an de jiyana xwe ji dest dabû, bi tevlîbûna malbat, hezkirî û TEV-ÇAND Fransayê ve li ser gora xwe ya li Parîsê hat bibîranîn.
Endamên TEV-ÇAND Fransayê jî tevlî bîranînê bûn. Malbata Ahmet Kaya, Kurd û gelek hezkirinên wî eleqeyekî mezin nîşanî bîranînê dan.
Berhemên Ahmet Kaya li ser gora wî hatin vegotin.
(AY)

