Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Parlamenterê Rihayê yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) Ahmet Eşref Fakibaba yek ji şahidên êrîşa li dijî Malbata Şenyaşarî ye. Fakibaba aşkere kiriye ku wî ji endamtiya AK Partiyê û parlamenteriyê îstifa kiriye.
Ahmet Eşref Fakibaba li ser hesabê xwe yê medya civakî daxuyanî daye û weha gotiye:
“Ez di sala 2003an de bû endamê AK Partiyê. Her weha derfeta min çê bû ku ez di dezgehên cuda de kar bikim. Ez ji dil spasiya hemû mezinên xwe û gelê Rihayî dikim.”
“Di van 20 salan de hevalên min ê hêja çê bûn. Ji ber ku ez ji wan diqetim xemgînim. Lê di heman demê de bextewar im, ku êdî ne ligel hinek kesên ku nêrînên me yên siyasî û exlaqî ne yek in.”
Ez ji endamtiya AK Partiyê û ji ber ku ji hemwelatiyên min ên Rihayî re nebe bêrêzî ji parlamenteriyê jî îstifa dikim. Înşallah biryara min wergirt, wê ji bo welatê min bibe wesîleya xêrê.”
Fakibaba, derbarê bûyera li Sirûcê ku 3 endamên malbata Şenyaşar hatibûn kuştin pêştir ragihandibû, “Min jî got PKKê kiriye. Ez wê demê wezîr bûm. Li gor min ev gotin, ne hêjayî burokratekî bû. Lê ji min re wiha gotin, û min jî wiha gihande navenda partiyê. Xwezî nehatiba gotin, xwezî min gotineke wiha nekiriba.”
Ev gotinên Fakibaba ji aliyê partiya wî ve û di serî ji aliyê Parlamenterê AK Partiyê yê Rihayê Îbrahim Halil Yildiz ve hatibûn rexnekirin û karvedanên tund li pey xwe anîbûn.
Serdanên Fakibaba yên bi serê xwe bo Rihayê di mehên borî de jî bûbû sedema nerazîbûnan di nav partiya wî de û hinek parlamenterên Rihayê li ser sosyal medyayê rasterast rexne li Fakibaba girtibûn.(TY/AY)