Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Ahmet Davûtoglû, Serokê Giştî ê Partiya Pêşerojê li Fox TVyê tevlî bernameya Çalar Saat a ku Îsmaîl Kuçukkaya peşkeş dike, bûye.
Davûtoglû rojeva ku li piştî daxuyaniyên Sedat Pekerî çêbûye nirxandiye û gotiye ku dema ew serokwezîr bûye dek û dolap li wî hatiye kirin.
Davûtoglû derbarê îddiayê Soylûyî de jî gotiye hemû derew in û destnîşan kiriye ku dek û dolap bi serpereştiya Recep Tayyîp Erdogan, Serokomar û Serokê Giştî ê AKPê li wî hatiye kirin.
Ahmet Davûtoglû, Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê bersiv daye gotinê Soylûyî û weha gotiye, “Suleyman Soylû wê serdemê ji bo min ji wezîfeyê bigire ketibû nava fêl û fûtan. Min ji bo guhdariya hevalên xwe nemerdî nekiriye, lê belê Soylû bi nemerdî nevûyan bi min ve tîne. Di destê wî de polîs, îstîhbarat heye, hewce dike bila serî li MÎTê bixe, lêkolîn bike. Derewan li Wezîrê Karên Navxweyî Efkan Ala û Serokkomar Tayyîp Erdogan dike. Wî bi xwe jî ev komplo îtîraf kir. Agahiya Serokkomar jî ji vê yekê hebû. Bînalî Yildirim, Berat Albayrak û Suleyman Soylû li hemberî min kompoloyek hevpar çêkirin. Ji bo hev bixwin berê wan her sêyan ket hev, meydan jî ji mafyayê re ma.”
“Li Wanê welatî ji helîkopterê hat avêtin”
Davûtoglû weha gotiye, “Suleyman Soylû têkoşîna li dijî terorê ji cîhê ku me lê hîştiye daye berdewamkirin. Lê ev bi awayekî li dijî dewleta hiqûqê ya demokratîk pêkanî. Dibêje kuştinên faîlên wan nediyar in nîne, li Wanê gundiyek ji helîkopterê hat avêtin, ma bi vî awayî li dijî terorê tê şerkirin. Bi şikandina dilê welatiyên me yên Kurd, têkoşîn li dijî terorê nayê kirin, Soylû weha dike.”
(HA/AY)