Du rojnamegerên girtî yên bi navê Ahmet Altan û Nazli Ilicak duhî ji girtîgehê hatine tehlîyekirin.
Altan: Kêfa mirov nayê
Li gorî nûçeya Elîf Akgulê ku di T24ê de nivîsandiye dema Ahmet Altan ji girtîgehê derketiye pêşî wiha axiviye:
"Ewqas nikarî kêfxweş bibî bi derketina xwe. Di hundir de hîn kesên din hene, kêfa mirov nayê. Di şertên wisa de mayîn, ji bi rê ve kirinê çêtir e. Min ew bi rê ve kirin, ji bo wan kêfxweş im. Kesên li hundir bêsûc in û li wir dimînin.”
“Destûr nadim salên min pûç bibin”
Li gorî ragihandinên DHAyê Altan ji bo çapamenîyê wiha gotiye:
“Piştî cara ewil ku min biryara berdena xwe bihîst hinekî pê êşiyam. Hevalên din derneketin ez pir ber wan ketim. Di hundir de bi hezaran kesên bêsûc hene. Mirov pir berê dikeve.”
Altanê ku gotiye wî herî pir bêrîya temaşeya ezmên kiriye wiha axivîye, “Salên min pûç nebûne. Min nehiştiye salên min pûç bibin. Min pirtûk nivîsandine. Salên min wisa pûç nabin.”
Ilicak: Bila qanûna înfazê yekser derkeve
Rojnameger Nazli Ilicak jî piştî ji girtîgeha Jinan a Bakirkoyê derketiye wiha axiviye:
”Xwedê sebê bide kesên li girtîgehê mane. Ji kerema xwe wan nedin jibîrkirin. Bila ev qanûna înfazê yekser derkeve.”
Çi bûbû?
Ji bo şeş rojnamegerên ku Ahmet Altan, Mehmet Altan û Nazli Ilicak jî di nav wan de ne cezayê mûebeda giran hatibû dayin. Rojnameger ji ber hewildana derbekirinê ya di 15ê Tîrmeha 2016ê de hatibûn girtin.
Bixwîne - Di sêyemîn daneşînê de jî biryara tehliyekê derneket
Dadgeha Cezayên Giran a 26. ji bo Ahmet Altan, Mehmet Altan, Nazlı Ilıcak, Fevzi Yazıcı, Faruk Şimşek û Şükrü Tuğrul bi sûcên “tinekirina rêkûpêkiya civaka girêdayî Qanûna Bingehîn” û “teşebisa tinekirina hikûmetê” cezayê mûebeta giran da.
Nazli Ilicak
Rojnameger, nivîskar.
Di çarçoveya lêpirsîna derbarê cemaeta Fethullah Gulenî ya piştî hewldana derbeyê ya 15ê Tîrmehê de, 25ê Tîrmeha 2016ê li Bodrûmê hatibû desteserkirin. Tevî 16 rojnamegeran 30ê Tîrmeha 2016ê hatibûn girtin. Ahmet Altan jî yek ji wan kesan bû.
26emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê, 16ê Sibata (Reşemî) 2018ê bi tohmeta ku “hewl daye pergala destûrî ji holê rake” cezayê muebeta girankirî ya girtinê daye wê. Ev biryar 2yê Çiriya Pêşiyê (Cotmeh) ya 2018ê ji hêla dadgeha istînafê ve hatiye erêkirin.
Ilicakê di salên 1970yî de di rojnameya Tercümanê de dest bi rojnamegeriyê kiriye. Ji bilî Tercümanê, di rojnameyên weke Meydan, Hürriyet, Akşam, Yeni Şafak, Dünden Bugüne Tercüman, Bugün, Takvim û Sabahê de kar kiriye.
Heta sala 1988ê bûye xwediyê rojnameya Bulvarê ku duyemin rojnameya grûpa rojnameya Tercümanê bû.
Di navbera salên 1992 û 1994ê de di TRTyê de bernameya bi navê “Söz Meclisten İçeri” pêşkêş kiriye.
Yek ji wan kesan bû ku piştî operasyonên 17 û 25ê Kanûna Pêşiyê (Berfanbar) ya 2013yê digotin bila wezîrên navên wan di nava îdiayên gendeliyê de derbas bûne dest ji kar berdin. Ji ber vê helwesta wê ji rojnameya Sabahê hatiye avêtin. Dîsa vegeriyaye rojnameya Bugünê. Piştî ku 26ê Çiriya Pêşiyê (Cotmeh) ya 2015ê kayyum ji bo rojnameya Bugünê hatiye tayînkirin, ew ji kar hate derxistin.
Ew û ekîba ku ji rojnameya Bugünê hatibûn avêtin, li rojnameya Özgür Düşünceyê kar kirine.
14ê Çiriya Paşiyê (Sermawez, Mijdar) ya sala 1944ê li Enqereyê ji dayik bûye.
Keça Muammer Çavuşogluyî ye ku bavê wê di dema hikûmeta Demokrat Partiyê de bûye wezîrî avadaniyê paşê jî yê veguhastinê. Li Fakulteya Zanistên Siyasî ya Zanîngeha Lozanê xwendiye.
Sala 1969ê bi Kemal Ilicakî re zewicî ye ku xwediyê rojnameya Tercümanê bûye. Kurê wê Mehmet Ali Ilicak sala 1970ê, keça wê Asli Ilicak jî sala 1972yê ji dayik bûye. Piştî ku Kemal Ilicak 7ê Nîsana 1993yê miriye, sala 1994ê bi karsaz û siyasetmedar Emîn Şîrînî re zewicî ye. Piştî 9 salan zewicî mane, sala 2003ê hev berda ne.
Pirtûkên wê
Ar Damarı Kar Damarı (2015), 12 Mart Cuntaları (2013), Bitmeyen Hasret – Berrin Menderes’ten Yassıada’ya Mektuplar (2013), Demokrasiye İnce Ayar (2013), 12 Eylül Kazanında Bir Gazeteci (2012), Her Taşın Altında The Cemaat mi Var? (2012), 50. Yılında 27 Mayıs Yargılanıyor (2010), 27 Mayıs Yargılanıyor (2007), Yalnız Adam Menderes (2007), Akşamdan Şafağa Demokrasiyi Beklerken (2001), 12 Mart Cuntaları Demokrasi'nin Sırtındaki Hançer (2001), Sert Adımlarla Her Yer İnlesin (2001), Yazarlar Kavgalar- Özal Döneminde Medyanın İçyüzü (2000), 28 Şubat Sürecinde Din Siyaset ve Laiklik (1999).
Ahmet Altan
Rojnameger, nivîskar û televizyonvan e.
Di çarçoveya lêpirsîna derbarê cemaeta Fethullah Gulenî ya piştî hewldana derbeyê ya 15ê Tîrmehê de, 10ê Îlona 2016ê li Bodrûmê hatibû desteserkirin. 13 rojan desteserkirî mabû. Yekem Dadweriya Silh û Cezayan a Stenbolê piştî îfadeya wî girtibû biryara girtina wî dabû. Ew şandibûn Girtîgeha Silivriyê.
26emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê, 16ê Sibata (Reşemî) 2018ê bi tohmeta ku “hewl daye pergala destûrî ji holê rake” cezayê muebeta girankirî ya girtinê daye wê. Ev biryar 2yê Çiriya Pêşiyê (Cotmeh) ya 2018ê ji hêla dadgeha istînafê ve hatiye erêkirin.
Can Tûncay, dozgerê ku îdianameya vê dozê amade kiribû, îdia kiribû ku têkiliya FETÖ/PDYyê bi dozên Balyozê re hene.
Ji ber ku di navbera 20 û 29ê Kanûna Paşiyê (Rebendan) ya 2010ê de nûçeyên derbarê îdiayên planên darbeyê de weşandiye dozgeriyê îdia kiriye ku têkiliya Altanî bi doza Balyozê re heye. Altan wê demê berpirsê giştî yê weşanê yê rojnameya Tarafê bû. Ji 20 salan heta 52 salan cezayê girtîgehê jê re tê xwestin.
Kurê Çetîn Altanê rojnameger, nivîskar û siyasetmedar e. Ew û birayê wî Mehmet Altan bi hev re di doza lêpirsîna hewldana derbeya 15ê Tîrmehê de tên darizandin. Li Koleja Robertê dest bi perwerdeya lîseyê kiriye. Li Koleya Enqereyê qedandiye. Li ODTÜyê dest bi perwerdeya zanîngehê kiriye li Zanîngeha Stenbolê Fakulteya Iqtîsadê qedandiye.
Berpirsê Giştî yê Weşanê yê avakar yê rojnameya Tarafê ye (tevli Alev Er). Li Associated Presê nûçegihanî, li beşa nûçeyên ji derve ya rojnameya Hürriyetê edîtorî kiriye. Li Hürriyet, Milliyet, Yeni Yüzyil û Tarafê quncik nivîsandiye. Ew û rojnameger Neşe Duzelê salên 1990an de di Star TVyê de bernameya "Kırmızı Koltuk" amade kiriye û pêşkêş kiriye.
Ji ber nivîsa bi ser navê Atakürtê ya di rojnameya milliyetê de hatiye weşandin hatiye dadkirin. Sal û 8 meh cezayê girtîgehê dane wî. Ji rojnameyê hatiye avêtin. Sala 2012ê ji ber nivîsa li ser qetlîama Robozikê ya di rojnameya Tarafê de hatiye belavkirin bi tohmeta ku heqaret li serokwezîrê wê demê Recep Tayyîp Erdoganî kiriye sal û 2 meh cezayê girtîgehê dane wî. Cezayê wî zîvirandiye cezayê pareyan û 7 hezar lîre ceza wergirtiye.
Sala 1950yî li Enqereyê ji dayik bûye.
Pirtûkên wî
Roman: Dört Mevsim Sonbahar (1982), Sudaki İz (1985), Yanlızlığın Özel Tarihi (1991), Tehlikeli Masallar (1996), Kılıç Yarası Gibi (1998), İsyan Günlerinde Aşk (2001), Aldatmak (2002), En Uzun Gece (2005), Son Oyun (2013), Ölmek Kolaydır Sevmekten (Mart 2015), Bir Hayat Bir Hayata Değer (2015).
Ceribandin: Gece Yarısı Şarkıları (1995), İçimizde Bir Yer (2004), Karanlıkta Sabah Kuşları (1997), Kristal Denizaltı (2005), Ve Kırar Göğsüne Bastırırken (2012).
(GN/MB)
*Gernas Nenasî ji bo amadekirina vê nûçeyê hevkarî kiriye.