Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Ahmet Altanê ku di 4ê Çiriya Paşiyê de bi şertê kontrola edlî serbest bûbû, li ser daxwaza Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê, duh bi şev hatibû desteserkirin, îro careke din hatiye girtin.
Heyeta 27em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê biryara girtina wî li ruyê Altanî xwendiye û ew şandiye girtîgehê.
Piştî Dadgeha Bilind biryar girt ku biryara derbarê Ahmet Altanî de ji nû ve were nirxandin, Altan di 4ê Çiriya Paşiyê de bi şertê kontrola edlî hatibû berdan. Bi îdiaya ku “digel ne endamê rêxistinê ye lê alîkarî daye rêxistinê” 10 sal û 6 meh cezayê girtinê li Altanî hatibû birîn.
Parêzera wî li dijî biryara desteserkirinê serî li dadgehê dabû
Piştî Ahmet Altan hate desteserkirin, Fîgen Çalikûşû, parêzera Altanî serî li 28em Dadgeha Cezayê Giran A Stenbolê dabû û li dijî biryara desteserkirinê derketibû. Çalikûşûyê di daxwaznameyê de diyar kiriye ku biryara 26em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ne biryareke demkî ye û Dadgeha Bilind lêkolîn li ser dosyayê kiriye, ji ber wê ye ku ne erka 27em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ye biryarê derbarê vê dosyayê de bide. (HA/FD)