Serokkomarê Sûriyeyê Ahmed eş-Şara destnîşan kir ku dê Fermana (Mersûm) 13emîn bikeve nav destûra nû.
Li gorî vê fermanê naskirina mafên welatiyên Kurd ên li Sûriyeyê dê bi awayekî fermî bibe beşek ji destûra nû ya welêt.
Perwerdeya bi zimanê Kurdî

Sûriye/Rojava | Di entegrasyonê de qonaxa nû: HSD hat fesixkirin, Ebdî bi Şara re civiya
26 Tebax 2026
Şara da zanîn ku Kurd beşekî sereke û resen ê civaka Sûriyeyê ne û got, “Piştî sedsalekê cara yekem e mafên Kurdan ên çandî û zimanî bi awayekî fermî tên naskirin. Me di çarçoveya dan û standinan de li ser xaleke girîng li hev kiriye. Li gorî wê lihevkirinê, dê li wan herêmên ku piraniya xelkê wan Kurd in perwerde bi zimanê Kurdî be.”
Her wiha wî da xuyakirin ku dê pêvajoya nivîsandina destûra nû beriya ku qonaxa veguhêz a pênc salî temam bibe, bi dawî bibe.

Ehmed eş-Şara li Sûriyeyê efûya giştî derxist
19 Sibat 2026
(FY)

