Agosê kontrola hesabê xwe yê Xê yê ku hatibû hackkirin dîsa bi dest xist
“Em spasiya wan kesên ku piştgirî da Agosê û dev jê berneda dikin.”
Agos ji bo civaka Ermeniyan a li Tirkiyeyê bi zimanê Tirkî û Ermenî weşanê dike. Hesabê Xê yê Agosê yê ku 200 hezar şopîneran dihewîne, roja Yekşemê (4ê Kanûna Paşîn) hatibû hack kirin. Agosê kontrola hesabê dîsa bi dest xist.
Agosê îro daxuyaniyek weşand û got, "Me kontrola hesabê xwe yê X (Twitter) ê ji nû ve bi dest xist. Em dixwazin spasiya her kesê ku di vê heyamê de tevî wan parvekirinên ku ne yên me bûn jî, dev ji me berneda û piştgiriya me kir, dikin."
Hûn dikarin Agosê li ser Xê li vir bişopînin.
(HA/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.