Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Amerîkayê Mark Toner di civîna çapemeniyê ya rojane da pirsên der barê agirbesta li Sûriyeyê da bersivandin.
Toner diyar kir ku Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê John Kerry û Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov bi têlefonê axivîn û her du wezîran li hev kirin ku agirbesta li Sûriyê ya ku di 12ê îlonê da dest pê kir û 7 rojan ew ê ber xwe bide bila 2 rojan bê dirêjkirin.
Toner destnîşan kir ku li gorî rojên berê niha li gelenperiyê Sûriyeyê bûyerên tundiyê kêm bûn, hin agahî tên ku hê jî li hin ciyan agirbest tê îxlakirin.
Toner got ku leşkerên rejima Esad û hin mixalif agirbestê îxlal dikin û bangî Moskovayê kir ku bira "Tesîra xwe ya li ser Esad nîşan bide ku alîkariyên mirovahiyê bigihîjin ciyên xwe".
Amerîka û Rûsyayê li Cenevreyê di 9ê îlonê da li hev kiribûn ku ji bo Cejna Qûrbanê li Sûriyeyê pevçûn bên sekinandin. Agirtbesta ku ew ê hefteyekî dewam bike di 12ê îlonê saet 18.45an da dest pê kiribû.
(NV/YO)