Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li navçeya Yildirimê ya Bûrsayê duh bi şev agir bi xaniyekî ketiye û di encamê de 8 jê zarok, 9 kes mirine. Li gorî zanyariyên destpêkê, malbateke sûriyeyî di malê de bûn û Amîna Eltaha Elmûseya 31 salî, tevî zarokên xwe Yasir (yek salî), Ehmed (4 salî), Gerem (6 salî), Merem (9 salî), Elî (10 salî), Mûhammed Aljasem (3) salî û birazî/xwarziyên wê Ehmedê (10 salî) û Alî Aljasem (11) salî can dane. Bavê 6 zarokan Huseyîn AlJasemê 36 salî di bin bandora dûmanê de maye û ew birine nexweşxaneyê. Bav piştî dermankirinê, ji nexweşxaneyê çûye malê.
Cîranên wan diyar kirine ku malbatê bermahiyên kaxiz û qarton kom dikirin.
Di sala 2017ê de hatine Tirkiyeyê
Li gori nuçeya Aayê, Huseyîn Aljasem û malbata xwe ji bajarê Helebê yê Sûriyeyê di sala 2017an de hatine Tirkiyeyê. Beriya niha bi meh û nîvekê ji xaniyekî din bar kirine wî xaniyê ku duh şewitiye.
Bavê her du zarokên din ên ku li malê can dane, ji bo taziyeyekê çûye bajarekî din û zarokên xwe li cem malbata Huseyîn Aljasemî hiştiye. (AÖ/FD)