Raporên Çavdêriya li Medyayê yên bianetê li Agahîdanka Çavdêriya li Medyayê têne arşîvkirin. 3yê Tîrmehê malpera medyagozlemveritabani.org dest bi weşanê kiriye.
Raporên Çavdêriya Li Medyayê yên ku behsa binpêkirinên azadiya xweîfadekirinê yên li ser xebatkarên medyayê û saziyan dike wê êdî di agahîdankekê de were arşîvkirin. Em raporan ji sala 2011ê û vir ve amade dikin.
Projeya nûçegihaniya pêvajoyên dadkirinêMe ev proje bi piştgiriya SIDAyê(Ajansa Hevkariyê ya Pêşketina Navneteweyî ya Swêdê) di navbera Kanûna Paşiyê ya 2018 û Kanûna Paşiyê ya 2019ê de temam kiriye. Koordînatora projeyê Elîf Unal e. Me û Civil Rights Defendersê digel nivîskar, rojnameger û rewşenbîran civînek pêk anî. Em ji hevkarên li bianetê, piştgirên projeyê û MYRAyê re spas dikin. |
Agahîdanka Çavdêriya Li Medyayê yek ji wan xebatên Projeya Nûçegihaniya Pêvajoya Dadkirinê û Azadiya Xweîfadekirina Medyayê ye. Armanca vê agahîdankê ew e ku li Tirkiyeyê binpêkirinên mafan ên li medyayê berbiçav bike, bi raporan wan tomar bike, yanî tiştekî li têkoşîna azadiya xweîfadekirinê zêde bike.
Di dema amadekirina agahîdankê de me sûd ji Raporên Çavdêriya Li Medyayê wergirt ku bianetê ev rapor amade kirine. Alk. Doç. Dr. Ûlaş Karanî şêwirmendê akademîk, parêzer Gulçîn Kaner edîtora agahîdankê, Elîf Unal jî koordînatora projeyê bû.
Di du salan de 996 midaxele
Agahîdank hewil dide midaxeleyên li medyayê berbiçav bike. 996 midaxeleyên ku ji sala 2017ê ve hatine kirin li malperê têne arşîvkirin.
Lêgerika hilbijêr
Di malperê de lêgerikek heye ku li gor daxwaza we dikare cihê midaxele lê hatî kirin, sal, cûrreyê îfadedanê... hwd rêz bike.
Agahî li gor dîrokê têne rêzkirin.
Mafê li bîrê nemanê
Mafê mirovan heye bixwazin ku dozeka ev jî tê de bê ji bîr kirin. Ji bo vê yekê ew dikarin formekê dagirin û daxwazê bikin ku navê wan ji beşeka nûçeyekê bê paqijkirin an jî nûçeyek bê rakirin.
(EU/MB)