Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Aga Bayarê ku 10ê Kanûna Pêşiyê ya 2015yê di dema mitînga Aştiyê ya li Gara Enqereyê de di encama êrîşa DAIŞê de birîndar bûbû çû ser dilovaniya xwe.
Konfederasyona Sendîkayên Karmendan (KESK) li ser hesabê xwe yê medyayê got ku, “Em ê kujeran ti carî efû nekin”.
Cenazeyê Bayarî wê îro li navçeya Avcilarê ya Stenbolê bê binaxkirin.
Derbarê Aga Bayarî de
Aga Bayar ê 56 salî dema beşdarî mitînga aştiyê ya li Enqereyê bû, karmendê sewaxê bû û du sal jê re mabû ku teqawid bibe.
Li Amedê ji dayik bûye. Dema di pola duyemîn a lîseyê de bû bi Sakîne Bayarê re zewicî ye. Pêşiyê li Şaredariya Erxaniyê ya Amedê kar kiriye. Piştî ku sala 1989ê bar kiriye Stenbolê li şaredariyên Fatîh, Kuçukçekmece û Avcilarê de weke karmend kar kiriye. Ji ber ku wî û şaredarê Avcilarê li hev nekiriye ji kar derketiye.
Di dema teqînê de hevalên wî yên ku di heman otobusê de bûn, mirin. Ew bi giranî birîndar bûbû û li nexweşxaneyê dihat dermankirin. Dermankirina wî ya laşî qediya lê Bayarî kesên ku di qetlîamê de winda kirin û dema teqînê qet ji bîr nekir.
Şeva 4ê Adara 2017yê xwest ku hevjîna wî Sakîne Bayar careke din li vîdeoya teqînê ya 10ê Kanûna Pêşiyê temaşe bike. Digel ku hevjîna wî nexwest lê temaşe bike wî li vîdeoyê nerî û çend saet paşê dilê wî sekinî. Ew li ciyê nexweşiyên giran derman kirin. ji wê rêjê û şûn de dihat dermankirin.
Çi bûbû?
Di 10ê Çiriya Pêşiyê ya 2015ê di mîtînga aştiyê de êrîşeka bi bombeyan hatibû kirin.
Navê mirovên di êrîşê de mirîn ev in:
Abdülkadir Uyan, Metin Kürklü, Gökhan Akman, Orhan Işıktaş, Gülhan Karlı Elmascan, Yılmaz Elmascan, Nevzat Sayan, Bilgen Parlak, Hacı Kıvrak, Rıdvan Akgül, Rıdvan Akgül, Hacı Mehmet Şah Esin, Gökmen Dalmaç, Elif Kanlıoğlu, Hakan Dursun Akalın, Ercan Adsız, Ayşe Deniz, Berna Koç, Fatma Esen, Gülbahar Aydeniz, Eren Akın, Canberk Bakış, Tayfun Benol, Nizamettin Bağcı, Kasım Otur, Başak Sidar Çevik, Nilgün Çevik, Resul Yanar, Mehmet Ali Kılıç, Tekin Arslan, Sezen Vurmaz, Dilaver Karharman, Onur Tan, Umut Tan, Sarıgül Tüylü, Dilan Sarıkaya, Ali Kitapçı, İsmail Kızılçay, Muhammet Demir, Korkmaz Tedik, Veysel Atılgan, İbrahim Atılgan, Emine Ercan, Kübra Meltem Mollaoğlu, Meryem Bulut, Seyhan Yaylagül, Ebru Mavi, Ali Deniz Uzatmaz, Ziya Saygın, Vahdettin Özgan, Cemal Avşar, Ahmet Katurlu, Selim Örs, Azize Onat, Dicle Deli, Güney Doğan, Binali Korkmaz, Mehmet Zakir Karabulut, Leyla Çiçek, Metin Peşman, Mesut Mak, Adil Gür, Gökhan Gökbönü, Şebnem Yurtman, Osman Turan Bozacı, İdil Güneyi, Abdullah Erol, Mehmet Hayta, Özver Gökhan Arpaçay, Şirin Kılıçalp, Uygar Coşgun, Ahmed Alkhadi, Nurullah Erdoğan, Gözde Arslan, Aycan Kaya, Yunus Delice, Sevgi Öztekin, Mehmet Tevfik Dalgıç, Sevim Şinik, Emin Aydemir, Fatma Karabulut, Ramazan Tunç, Erol Ekici, Feyyat Deniz, Necla Duran, Osman Ervasa, Ramazan Çalışkan, Vedat Erkan, Abdülbari Şenci, Niyazi Büyüksütçü, Gazi Güray, Sabri Elmas, Erhan Avcı, Ümit Seylan, Serdar Ben, Nevzat Özbilgi, Hasan Baykara, Fatma Batur, Bedriye Batur, Ata Önder Atabay, Mustava Budak.
Ji bo nûçegîhanên ku qatlîam kirine nûçe doz hatiye vekirin lê daxwazên ji bo cezakirina erkdarên dewletê yên îhmala wan di Qetlîama Enqereyê de hene nehatin qebûlkirin.
Li ser gilîkirina Midûriyeta Giştî ya Emniyetê derbarê nûçeyên Evrenselê yên bi sernavên “Di îstixbarata 10ê Çiriya Pêşiyê de îmzeya Dînçî gumanbarê doza Dînkî derket” û “Dînçî careke din karê îstixbaratê kir” lêpirsîn hatibû vekirin. Hatibû îdiakirin ku nûçe “ji derve yî rastiyê ye” û “rasterast rêxistina emniyetê dike hedef û li hemberî wan îthamên biqest û neheq dike”.
Polat, Gurbetoğlu, Erşin û Göktaş derbarê lêpirsînê de îfade dabûn û gotibûn ku wan mafên xwe yên nûçeçêkirinê bikar anîne û armanca hedefnîşandana kesekî nekirine.