Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Destûr nehat dayin ku afîşên “Hindik maye ku bager rabe, beşdarî me bibin” a Rêxistina Efûyê ya Navdewletî li rawestgehên metroyê yên li Washington DCyê werin daleqandin.
Li ser afîşan wêneyê porê Serokê DYAyê Donald Trump û Serokê Koreya Bakur Kim Jong-unî heye ku porê wan li ber ba ketiye û wêneyê Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Putinî heye.
Li bir nivîsa “Hindik maye ku bager rabe” gotinên “beşdarî nava me bibin” û “Ji bo parastina mafên mirovan bibin endamê amnesty.orgê” hatiye nivîsandin.
Bi hinceta ku reklama siyasî ye hatiye qedexekirin
Li gorî nûçeya TMZyê Şaxê DYAyê ya Rêxistina Efûya Navdewletî 12ê Sibatê serî lê daye ku afîşan li rawestgehên metroyê yên DCyê daleqîne. Piştî çar rojan bersiva neyênî dane wan.
TMZya ku li DYAyê weşanê dike diyar kiriye ku ji ber wêneyên Trump xerab nîşan didin, afîş hatine qedexekirin. Piştî lêkolîneke din jî wan pê derxistiye ku ji ber li DCyê di wesayitên cemawerî de reklamên siyasî qedexe ne, daleqandina afîşan hatine qedexekirin.
Rêxistinê rapora xwe ya salê aşkere kir
Rapora salê ya Rêxistina Efûyê ya Navdewletî duh di heman demê de li tevahiya cîhanê hat aşkerekirin ku derbarê 159 welatan de nirxandin hatiye kirin.
Rapor di encama wan zanyarî, dokuman û çavdêriyan de derketiye holê ku Rêxistina Efûyê rasterast berhev kirine. Rapor di bin navê “Ji Sala 2017yê Heta Sala 2018yê Li Cîhanê Rewşa Mafên Mirovan” hatiye amadekirin û li Tirkiyeyê ji hêla Rûhat Sena Akşener Dîrektora Kampanya û Parastinan a Şaxê Tirkiyeyê ya Rêxistina Efûyê û Andrew Gardner Lêkolinvanê Tirkiyeyê yê Payebilind ve duh hat aşkerikirin.
Di raporê de beşa herî girîng ew e ku di hêla mafên mirovan de cîhan ji bo hemû koman ciyekî bixetere ye. Ji bo Tirkiyeyê jî hatiye diyarkirin ku fişara herî mezin li ser mafparêz û parazvanên azadiya xweîfadekirinê ye. (AS/FD)