Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Parlamentera berê ya Afganîstanê Mursel Nebîzade li mala xwe ku li Kabîlê ye rastî êrîşeke çekdarî hatiye û miriye. Di êrîşê de bi Nebîzadeyê re û pasewanê wê jî miriye.
Bira û pasewanê din ê Nabîzadeya 32 salî jî di êrişê de birîndar bûne. Piştî ku di Tebaxa 2021an de Talîbanê desthilatdarî xiste deste xwe yek ji jinên siyasetmedar Mursel Nebîzadeyê Afganistan bicîh nehiştibû.
Heta niha sedema êrişê û nasnameya êrişker diyar nîne. Berdevkê Polîsê Kabîlê Xalid Zadran ragihandiye ku derbarê êrişa çekdarî ya duh (15ê Kanûna Paşiyê) di saet 15:00an de li gorî demjimêra herêmî pêk hatiye de, lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Nebîzade berî ku Talîban serdestiya wî welatî bike, parlamenter bûye. Di sala 2018an de ji Kabîlê weke parlamenter hatibû hilbijartin. Dema ku Talîbanê dest danîye ser desthilatdariya wî welatî Nebîzadeyê weke parlementer li ser wezîfeyê bûye.
Endama Parlamentoya Ewropayê Hannah Neumannê gotiye: "Mixabin ez xemgînim, bi hêrs im û dixwazim hemû cîhan bizanibe. Dibe ku ew di tariyê de hatibe kuştin, lê Talîbanê di ronahiya rojê de pergala cudakariya zayendî saz kir."
Li gorî nûçeya The Guardianê, Mursel Nebîzade yekem parlamentere ku piştî desthilatdariya Talîbanê li wî welatî hatiye kuştin.(SD/AY)