Fotograf: Bilal Güler / AA - Kabûl / Afganistan
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Afganistanê ji ber sar û sermayê di du hefteyên dawiyê de 157 kes mirine.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê li Afganistanê îsal ji çend salên dawiyê gelekî sartir e û li paytext Kabûlê pileya sermê bi şev dibe di bin sifrê 10. Li hin herêman pile dadikeve di bin sifrê 30î jî.
Berdevkê Wezareta Dewletê yê ji Karesatên Xwezayî berpirse ê hikûmeta Talîbanê ya demkî Şafîûllah Rahimiyî gotiye kul i seranserê Afganistanê 157 kes ji ber sermayê mirine. Li gorî heman daxuyaniyê herî zêde li bajarê Gor, Badahşan, Paktîka û Paktiayyê mirov mirine.
Rahimiyî destnîşan kiriye jî ji ber heman sedeman zêdetirî 75 hezar çêlek, golik û yên mîna wan mirine.
Saziya Meteoroljiyê ya Afganistanê diyar kiriye ku sermaya vê zivistanê li gorî salek bere du qatan zêde bûye û herî zêde bajarê Gorê sar e. (SD/FD)