Fotograf û Çavkanî: AA
Serokatiya Rêvebiriya Karesatan û Rewşa Lezgîn (AFAD) aşkere kiriye ku heta saet 13.30ê îro di erdhejên ku navênda wan Mereş bûye de 31 hezar û 974 kes mirine û Herwiha 195 hezar û 962 mexdûrên erdhejê jî bo bajarên din hatine şandin.
Li gorî daxuyaniya AFADê piştî erdhejên ku di 6ê Sibatê de bi pileya 7.7ê û 7.6ê yên ku li Bazarcix û Elbistana Mereşê pêk hatiye, 3 hezar û 170 erdhejên piçûk çêbûye.
Li gorî daxuyaniya AFADê li herêmê 35 hezar û 249 personelên lêgerîn û rizgarkirinê yên AFAD, PAK, JAK, JOAK, DÎSAK, Ewlehiya Peravê, DAK, Guven, îtfaiye, tahlisiye, MEB, STK û ekîbên navneteweyî dixebitin. Hejmara personelên lêgerîn û rizgarkirinê yên ji welatên din hatine 9 hezar û 456 e.
Bi hejmara personelên li qadê yên ji AFAD, Polês, Cenderme, MSB, UMKE, ekîbên ambûlansan, xwebexş, ewlekariya herêmî û ekîbên piştgiriyê yên herêmî re hejmara personelên li qadê wezîfedar in bûye 249 hezar û 89.
Di encama erdhejên 6ê Sibatê de li bajarên Mereş, Dîlok, Riha, Amed, Semsûr, Meletî, Kilîs, Xarpêt, Osmaniye, Edene û Hatayê heta niha 31 hezar û 974 kes mirine.
Her weha hejmara mirî û birîndarên erdhejê her diçe zêdetir dibe.
Di erdhejan de heta niha 31 hezar û 974 kes mirine û bi 10 hezaran kes jî birîndar bûne.
(AY)