Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
143 kesên ku di çarçoveya operasyona li ser Adnan Oktar û koma Adnan Xoceciyan de hatibûn desteserkirin, hatine girtin. Yek ji wan jî Adnan Oktar bi xwe ye.
Stenbol jî di nav de operasyon 11ê Tîrmehê li 4 bajaran çêbûbû.
Lêpirsîn ji hêla Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê ve dihat meşandin. Li gorî daxuyaniya fermî, kesên hatine desteserkirin bi van tiştan hatine tohmetkirin: “bi armanca sûckirinê rêxistin ava kirine”, “istismara zayendî li zarokan kirine”, “êrîşa zayendî”, “şantaj”, “mal û milk derxistine ji derveyî welêt”, “gefxwarine û tundî kirine û bûne sedema astengiya azadiya şexsan”.
Di lêpirsînê de 187 kes hatibûn desteserkirin. 5 ji wan piştî desteserkirinê li midûriyeta emniyetê serbest mane. 182 kes şandibûn edliyeyê. Jêpirsîna 29an li midûriyeta emniyetê berdewam dike.
Serdozgeriyê Adnan Oktar weke serokê rêxistinê nîşan daye û Dîdem Urer, Alev Babûna, Ayşegul Huma Babûna û Ahmet Oktar Babûna jî weke rêveberên payebilind ên rêxistinê nirxandiye.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê, serdozgeriyê rêxistina Adnan Oktar û hevalên wî weke Rêxistina Terorê ya Fethulahiyan û Rêxistina Dewletê ya Paralel (FETO/PDY) nîşan daye. (HK/FD)