Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Adîl Demîrcî, nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA) bi tohmeta “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” ji hêla dadgehê ve hat girtin ku li Demîrcî li Almanyayê dijiya û ji bo betlaneyê hatibû Tirkiyeyê. Polîsan 13ê Nîsanê li Stenbolê bi ser mala mala wî de girtibûn û ew desteser kiribûn.
Li gorî vê encamê hejmara rojnamegerên girtî yên li ETHAyê kar dikin, derkete çaran.
Edîtora ETHAyê Semîha Şahîn û nûçegîhana heman saziyê Pinar Gayip ku li gel Demîrciyî di heman rojê de hatibûn desteserkirin, hîna li midûriyeta emnîyetê tên girtin.
Ji ber beşdariya merasîma cenazeyan tê sûcdarkirin
Jêpirsîna Demîrciyî duh (16ê Nîsanê) qediya ye lê ji ber biryara nepenî ya li ser dosyayê nehatiye zanîn bê ka bi çi tê tohmetkirin. Derketiye holê ku di dema jêpirsîna wî ya li Emniyetê, ji ber salên 2013, 2104 û 2015ê beşdarî merasîma cenazeyan bûye bi “endamtiya rêxistinê” hatiye sûcdarkirin.
Li gorî nûçeya ETHAyê tohmetên li ser wî ji ber beşdarbûna wî ya merasîma cenazeyên Serkan Tosûn, Azîz Guler, Şîrîn Oter, Yelîz Erbay û Suphî Nejat Agirnasliyî ye.
Demîrcî li emniyetê îfade nedaye û îro (17ê Nîsanê) ew birine dozgeriyê ya li Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê.
Demîrcî li dozgeriyê îfade daye û dozgeriyê tohmeta “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” li wî kiriye û daxwaza girtina wî kiriye.
Dadweriya Cezayan a Silhê ya Nobedar jî biryara girtinê ji bo Demîrciyî derxistiye.
Sê nûçegîhan, edîtorek girtî ye
Malpera ETHAyê ji 27ê Tîrmehê ya 2015ê û vir ve astengkiriye lê nûçeyên xwe li ser hesabê xwe yê facebookê belav dike. Edîtora ETHAyê Îsmînaz Temel, nûçegîhan Havva Cûştan 25ê Çiriya Pêşiyê ya 2017ê, nûçegîhan Alî Sonmez Kayar 6ê Sibatê hatiye girtin. Bi biryara girtinê ya Adîl Demîrciyî re hejmara rojnamegerên girtî yên ji ETHAyê gihişte çaran. (BK/FD)