Siyasetmedar Abdulmelîk Okyay ê 71 salî ku li Girtîgeha Tîpa H a Erziromê girtîbû, rojek berê krîza dil derbas kir. Piştî krîzê Okyay birin Nexweşxaneya Lêkolînê ya Erziromê, tevî hemû mudaxeleyan ji mirinê rizgar nebû. Cenazeyê Okyay birin Saziya Tipa Edlî ya Erziromê.
Bi agahiya mirina Okyay, Rêveberiya Bajarê Erziromê ya DEM Partiyê, Hevserokên Şaredariyan, malbat û xizmên wî li ber Saziya Tiba Edlî kom bûn. Cenazeyê wî duh piştî lêkolînê li Saziya Tipa Edlî radestî malbatê hat kirin.
Cenazeyê Okyay dê îro li gundê wî yê bi navê Qirikan yê Tatosa Erzîromê bê definkirin.
Siyasetmedarê herêmî yê Erzîromî Okyay ji ber parvekirinên xwe yên li ser medyaya civakî ceza stendîbû û li Girtîgeha Tîpa H a Erziromê dihat ragirtin. Parlamentera Erziromê ya DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê mirina Okyay de wiha got:
“Tevî ku di 2ê Îlonê de cezayê wî qediya jî, ji ber ku Lijneya Şopandinê ya Girtîgehan neciviyan, nehat berdan. Malbat îro li benda tehliyebûna wî bû. Lê ji ber krîza dil di girtîgehê de mir."
Beştaşê got, "Dema em dibêjin girtîgeh bûne navendên mirinê, mebesta bûyerên bi vî rengî ne. Êdî bes e, dev ji zilma li girtîgehan berdin..."
Abdulmelik Okyay li Erziromê di rêveberiyên HEP, DEP, HADEPê de û herî dawî jî di rêveberiya bajar a HDPê de cih girtibû.
(AEK/AY)