Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ragihand ku wan doh 22yê Mijdara 2026an li Girava Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinek pêk aniye.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Ocalan derbasî avahiya nû ya girtîgehê bûye û ji bo ku ew karibe xebata xwe ya 2 salan bi raya giştî re parve bike divê derfetên ragihandinê bên avakirin.
Şandeyê her wiha xwest ku di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de komîteyên di çarçoveya yasaya çarçoveyî de bikevin meriyetê û zemîneke hiqûqî bê avakirin.
Daxuyaniya Şandeya Îmraliyê wiha ye:
“Di 22yê Mijdara 2026an de wekî Şandeya Îmraliyê me li Girava Îmraliyê bi Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinek pêk anî.
Wekî ku di meha borî de jî di raya giştî de belav bûbû, me dît ku Birêz Ocalan di nav girtîgehê de derbasî cihê ku nû hatiye avakirin bûye. Eşkere ye ku ev yek ji bo şert û mercên xebat û jiyanê geşedaneke baş e. Tiştê ku niha divê were kirin ew e ku derfetên ragihandinê werin vekirin da ku Birêz Ocalan bikaribe xebata xwe ya mezin a du salan a li ser hevpariya dîrokî û aştiya Tirk û Kurdan bi xwe ji çapemenî û raya giştî re ragihîne. Di qonaxa niha ya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de, pêwîst e lijneyên di çarçoveya qanûna çarçove de dest bi kar bikin û zemînê hiqûqî were avakirin.
Birêz Ocalan jî di vê qonaxê de wekî Koordînatorê Aştî û Siyasîbûnê biryardar e ku xebatên xwe kûrtir bike û bidomîne.
Nirxandinên Birêz Ocalan ên di hevdîtinê de bi kurtasî wiha ne:
“Em li ber qonaxeke wiha ne ku aliyê wê yê pratîk xurt e û dê di dîroka komarê de bibe xaleke guherîna mezin. Ji bo ku em vê qonaxê derbas bikin û bikevin serdemeke nû, hem divê em bi her awayî bifikirin û bixebitin û hem jî divê em hay ji metirsiyan hebin.
Divê li Tirkiyeyê siyaset di navbera zext, provokasyon û bertekan de asê nemîne. Dema ev rewş qada siyasî ya Tirkiyeyê bixitimîne, metirsiyeke cidî heye ku hêzên derveyî demokrasiyê, wekî ku di tevahiya dîroka komarê de qewimiye, dîsa bikevin tevgerê. Armanca bingehîn a van hêzan her tim, di serî de Kurd, hêzên aştî û demokrasiyê ne û dixwazin bi vê armancê qada civakî û siyasî xera bikin. Ji ber ku ev pêvajoya ku em bi baldarî dimeşînin ji bo welat û herêmê xwedî hêzeke mezin a guhertinê ye, dê her tim hewldanên hin derdoran hebin ku planên xirabker bixin dewrê. Rêya herî bi bandor a li dijî van, xurtkirina pêvajoyê bi hiqûqa demokratîk û siyaseta azad e.
Ez pirsgirêka Kurd wekî pirsgirêkeke demokrasiyê dibînim. Hewldaneke dîrokî ya ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê di berjewendiya hemû komên siyasî û civakî yên li Tirkiyeyê de ye; li dijî kesên nijadperest û darbekar e. Siyaseta demokratîk li ser bûyer û têkiliyên rojane nayê meşandin; pêwîstiya wê bi bernameyeke birêkûpêk a prensîban heye û li ser prensîban nêzî hev dibe. Divê siyaset hêza xwe ya avakirina demokrasiyê nîşan bide.
Dadwerî, hiqûq û demokrasî ne tenê daxwaza Kurdan e, daxwaza tevahiya gelê Tirkiyeyê ye. Kurd alîgirê aştî û biratiyê ne û heta dawiyê xwedî li komarê derdikevin. Tevlêbûna Kurdan a nav komarê dikare li ser zemînekî demokratîk a bi ewle pêk bê. Komareke wiha dikare bi naskirina hemû nasnameyan hebûna xwe bidomîne. Kesên ku komarê teng dikin û ji vê yekê aciz dibin, di mantiqê bila biçûk be ya min be de ne. Lê Komara Demokratîk Tirkiyeyê mezin dike û dike mînak.
Li hemberî van armancên mezin, tu sedem û hinceteke hin bûyerên ku îro diqewimin tuneye û nayên qebûlkirin. Bi taybetî mirinên di girtîgehan de, şewitandina înfazan û sepanên cuda yên li girtîgehan, li dijî pêvajoyê provokasyon in.
Avakirina civaka demokratîk ne tenê ji bo Kurdan, ji bo hemû gel û baweriyên li Tirkiyeyê misogeriya paşerojeke azad û wekhev e. Wekî her mijarê, nêzîkatiya me ya li ser baweriyan jî li ser vî bingehî ye. Em civakeke wiha esas digirin ku bikaribe çanda xwe bi azadî bijî, mafên xwe bi ewlehî bi kar bîne û van bigihîne prensîb û saziyên demokratîk.
Bi taybetî bi misogerkirina yasayî ya Kurdan wekî beşeke bingehîn a damezrîner, bi hemû demokratên ku bawer dikin Tirkiye dikare li Rojhilata Navîn bibe mînak û vê yekê esas digirin re, em Komara Demokratîk armanc digirin.”
Bi hurmet. 22yê Mijdara 2026an
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê”
