Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
AAS(Artêşa Azad a Sûriyeyê) û komên çekdar ên cîhadîst jî beşdarî operasyona Cerablûsê bûn ku TSK(Hêzên Çekdar ên Tirkan) vê sibeyê dest bi wê operasyonê kiribû.
Li gor Ajansa Anadolûyê Artêşa Azad beşdarî operasyonê bûye û sê kîlometreyan ber bi Cerablûsê ve bi pêş ve çûne. Navê operasyonê ‘’Mertala Firatê’’ ye.
Li gor daxuyaniyan operasyon li dijî DAIŞê ye. Tang derbasî axa Sûriyeyê bûne.
*Hin çekdarên AASyê bi leşkerên Tirkiyeyê re ‘’selfie’’ girtine.
Wezîrê karên derve, Mevlûd Çavûşoglûyî diyar kiriye ku ''bi tangan û hemî îmkanan'' ew ê ji bo mixalifên nerm bibin piştgir.
Piştî ku yekîneyên wesayitên zirxkirî ji sînorî borîn çekdarên AASyê jî ber bi pêş ve çûn.
Li gor AAyê yekîneyan gundê Keklîceyê kontrol kiriye ku ji demek zêde bû di destên DAIŞê de bû û sê kîlometreyan ji sînorê Tirkiyeyê dûr e.
Li gor BBCyê Yek ji endamên Artêşa Azad a Sûriyeyê(AAS) ji BBC-Tirkî re gotiye ku nêzîkî 1500 çekdarên AASyê amadekariyê dikin ku bi piştgiriya bombebarandina Tirkiyeyê ji Bakurê Cerablûsê ve çeperekê vegirin.
Huseyin Şîmşek ê nûçegihanê BirGûnê çûye kampên qedexe yên AASyê, li gor wî gelek çekên giran li kampê hene nêzîkî 600 çekdar li konteynirên AFAT a Tirkiyeyê mane.
*Wêne: Majd halabi – Azez / AA, Twitter