Ji bo nûçeya Îngilizî / Tirkî bitikîne
Ajansa Nûçeyan a Anadolûyê û Ajansa Nûçeyan a Doganê diyar kirin ku bi biryara walîtîyê ji bo şaredariyên Sûr û Farqînê li şûna şaredarên ji Partiya Herêman a Demokratîk du şaredar hatine erkdarkirin.
Li gor HaberTurkê waliyê Amedê li Enqereyê gotiye: ‘’Niho kayyûm nehatine erkdarkirin. Ev mijar yek ji wan mijaran e ku dema em vegerin Amedê em ê binirxînin. Ev nayê wê wateyê ku kayyûm dê neyê erkdarkirin.’’
Wekîlên Serokatiya Şaredariya Sûrê dan zanîn ku ew li ser karên xwe ne û ji bo wan ti teblîxat nehatine.
Sabahat Tuncel: Em qayûmê nas nakin
Hevseroka Giştî ya DBPê Sebahat Tuncel derbarê mijarê de di twitterê de daxuyanî da û bertek nîşanî wê yekê da:
Halk iradesini gasp eden belediyelerimize kayyum atayanlar bilmelidir ki kayyum bizim için yok hükmündedir, tanımıyoruz
— Sebahat Tuncel (@tuncelsebahat) September 8, 2016
Hukuksuz kayyum atamalarına karşı, Tüm halkımızı kendi iradesi etrafında kenetlenmeye davet ediyoruz
— Sebahat Tuncel (@tuncelsebahat) September 8, 2016
Heşaredarên Sûrê hatine girtin û piştre wan ji wezîfeyê hildan
Hevşaredarê Sûrê Seyît Narîn û Fatma Şik Barut di 19ê Tebaxa 2015an de hatibûn binçavkirin û bi hinceta îlankirina xwerêvebirinê hatine girtin. Her du hevşaredar di 8ê Adara 2016an de serbest hatin berdan. Ji bo Hevşaredarê Sûrê Seyît Narîn de bi hinceta ‘xerakirina yekîtiya dewletê’ cezayê muebeta girina tê xwestin.
Hevşaredarê Farqînê Yuksel Bodakçi jî bi heman hincetê di 23ê Tebaxa 2015an de hat girtin û di 17ê Adarê de hat tehliyekirin. Doza derbarê wî de jî li 4. Dadgeha Cezayê Giran ya Amedê dewam dike.
Hevşaredarên Sûr û Farqînê di 26ê Tebaxa 2015an de ji wezîfeyê hatibûn dûrxistin.
Bi BHQê ve şaredarî dikeve destê qayûman
Di 2ê Îlonê de di çarçoveya OHALê de 3 Biryarnameyên Di Hukmê Qanûnê de (BHQ) di rojnameya fermî de haribû weşandin.
Di wan biryarnameyan de dihat gotin ku eger eleqeya rêveberiyeke şaredariyê bi ‘rêxistina terorê’ re hebe wê wezîfedarên dewletê bikaribin ku dest danîn ser rêveberiyê û dewsa wan de qayûmna erkdar bikin.
Di hilbijartina dawî de BDP serkeftî bû
Di hilbijartinên herêmî ya 2014an de BDPê li Sûrê %54,4, li Farqînê jî %69,5 deng girtibû û bi vî awayî gelek serkeftî şaredariyan bi dest xistibû.
Niqaşên erkdarkirina qayûman di Hezîrana 2016an de dest pê kiribû. Derbarê mijarê de Hevşaredarên Amedê bertekên tund nîşanê wê yekê dabûn û şermezar kiribûn.
(ÇT/YO/MB)