Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê dê di navbera 26-30ê Îlona 2025an de cara 9emîn bi sînemahezên Amedî re be.
Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê, festîvaleke navneteweyî ye û bi armanca bi bikaranîna hêza sînemaya belgeyî parastina bîra civakê, dîtbarkirina mîrateya çandî û anîna gel hev a perspektîfên cihêreng tê lidarxistin.
Festîval, cara pêşîn di sala 2011an de di binê banê Akademiya Çand, Huner, Ziman û Wêjeyê ya Cegerxwîn a bi Şaredariya Peyasê ve girêdayî de wek rojên fîlman dest pê kiriye, paşê vîzyon û mîsyona xwe bi pêş xistiye û wek festîvaleke fîlman rêwîtiya xwe domandiye.
Di pêvajoya polîtîkayên qeyûman ên ku di sala 2016an de, Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê ji aliyê Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn ve bi hevkariya bi sazî û dezgehên demokratîk ên li Amedê rêwîtiya xwe domandiye.
Festîval careke din ji aliyê Şaredariya Peyasê û Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn ve tê lidarxistin. Her weha fîlmên ku li herêmê û li cîhanê hatine afirandin derdixe pêşberî temaşevanan û ji bo sînemagerên belgefîlman dibe qadeke ku bikaribin werin gel hev.
Armanca FîlmAmedê ew e ku ji bo tevahiya kesên ku bala wan li ser sînemaya belgeyî ye bibe qadeke hevdîtinê. Her wiha FîlmAmed dixwaze ku rê li nîqaş û nirxandinên akademîk û hunerî veke.
Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê sînemaya belgeyî wek alaveke xwederbirînê teşwîq dike û dixawze ku pirrengiya çandî û kêşe û arîşeyên civakî dîtbar bike. Festîval piştgiriyê dide berhemên sînemagerên serbixwe û dike ku belgefîlmên xwereng ên ku rexneyan dikin xwe bigihînin zêdetir kesan.
Armanca demdirêj a FîlmAmedê ew e ku di qada herêmî û navneteweyî de bibe festîvaleke belgefîlman a ku rêz lê bê girtin. Her wiha bibe çalakiyeke çandî ya ku bi rêya sînemayê diyalogên civakî xurt bike, afrîneriya hunerî teşwîq bike û bandora sînemaya belgeyî zêde bike.
Festîvalê her û her fikr û ramanên cuda anîne gel hev û piştgiriyeke xurt daye û dê bide afrîneriya di qada sînemaya azad.
9emîn Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê wê bi temaya “Reh…Li dora agir rastiyên efsûnî…” dest pê bike.
Îsal 771 fîlman serî li festîvalê dane. 24 çar fîlm weke fînalîstên festîvalê hatine hilbijartin.
Bijarteya Fermî ya FîlmAmedê
Fîlm / Derhêner:
36 / Rêzan Mîr Uğurlu
5 Xulekên Dawîn / Şehram Maslakhi
Aşkere Veşarî: Antolojiyeke (Xwe)Sansurê / Fırat Yücel, Erhan Örs, Hakan Bozyurt, Can Memiş, Sibil Çekmen, Nadir Sönmez, Serra Akcan, Belit Sağ
Bîra Sûrê / Azad Altay
Dema Tirî / Ebrahim Hesari
Firingî Îsot Depresyon / Aybüke Avcı
Ezda / Halime Aktürk
Habîbullah / Adnan Zandi
Îkona Mezin a Dawîn: Dêra Surp Giragos / Eren Kahraman
Jinwar / Nadia Derwiş
Kerboran / Berke Baş
Li Ber Siya Spîndarê / Kenan Diler
Li Dengê Azadiyê Da / Zainap Entezar
Mala Pîrê Edene / Nagehan Uskan
Meşa Irisê / Burcu Güler
Îsmaîlê Me / Fatin Kanat – Önder İnce
Rengê Kevir / Tuğba Yaşar
Rojnivîska Mişextiyekî / Mert Güncüer
Sirgûn Qet Naqede / Bahar Bektaş
Stêrka Li Ser Xetê / Bêrîvan Saruhan
Wek Bayê Bê Ax / Borhan Ahmedi
Xewna Rojînê / Serwa Aliveisy
Xurbeta Sêyem / Mediha Güzelgün
YÎBO / Şükran Demir, Özgür Ünal
Bijarteya Nîşandanan a FîlmAmedê
Fîlm / Derhêner:
Dahomey / Mati Diop
Xana Nû / Bingöl Elmas
Fîlmeke Fedaî / Kamala Aljafari
Welatekî Azweriyê / Mansour & Muna Khalidi
Di Navbera Nazikî û Tundiyê de / Şirin Bahar Demirel
Fona Fîlman a FîlmAmedê - Projeyên Fînalîst
Navên Projeyan / Derhêner:
Ben û Sen / Ahmet Petek
Dengê Pûşê Di Hundirê Min De / Dîlan Engîn
Gundem / Fatma Çelîk
Meşa Nazik / Etna Ozbek
Nayser, Sektora Ne Fermî / Azad Jannatî
Warabîstan / Îrfan Aktan
Zarokatiya Di Nava Mijê De / Edrîs Abdî & Warman Saeed
(AY)
