Li Amedê, bi hevkariya Rêveberiya Çand û Karên Civakî ya Şaredariya Peyasê û Komeleya Akademiya Sînemaya Rojhilata Navîn (OSAD) 9emîn Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê bi merasîmeke bi heybet dest pê kir. Temaya festîvalê ev e: “Reh…Li dora agir rastiyên efsûnî…”
Festîval heta 30ê Îlonê dewam dike û li bajêr ji bo hezkiriyên sînemayê nimûneyên bi hêz ên sînemaya belgefîlman pêşkêş dike.
Ji sala 2011an ve rêwîtiya FilmAmedê
Rêwîtiya FilmAmedê di sala 2011an de, bi rojên fîlman ên ku ji aliyê Akademiya Hunerî ya Cegerxwîn a di bin banê Şaredariya Peyasê de hatin destpêkirin, dest pê kir. Bi demê re ev çalakî mezin bû û bû festîvaleke belgefîlmê ya navneteweyî.
Lê belê piştî sala 2016an, bi tayînkirina qeyûman li şaredariyan, festîval têk çû. Piştî ku piştgiriya rêveberiyên herêmî qut bû, Akademiya Sînemaya Rojhilata Navîn û rêxistinên civaka sivîl ên li Amedê bi îmkanên xwe festîval domandin.Bi vegerandina rêveberiya hilbijartî ya Şaredariya Kayapinarê, festîval îsal dîsa bi piştgiriya rêveberiya herêmî tê lidarxistin. 9. Festîvala Fîlmên Belgefîlm a FilmAmedê, ku bi hewldana hevpar a nêzî 10 mehan a Şaredarî û OSADê hatiye amadekirin, nîşana zindîbûna çalakiyên çandî û hunerî yên li herêmê ye.

9emîn Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê wê dest pê bike
Rekora serlêdanan û berhevoka dewlemend
Festîvalê îsal bi 771 serlêdanên fîlman û 44 projeyan re hejmara herî zêde ya beşdariyê dît. Piştî nirxandinên bi baldarî, 26 fîlm bo berhevoka fermî hatin hilbijartin, 7 projeyên belgefîlmê jî xelatên piştgiriyê wergirtin. Ev hejmara serlêdanan, ku bi festîvalên mezin ên wekî Berlîn, Stenbol û Torontoyê re dikare bê berawirdkirin, bandora bilindbûna sînemaya Kurdî nîşan dide.
Hevkarî û atolyeyên navneteweyî
Endamên komîteya festîvalê vê tabloyê wekî serkeftineke hevkarîyê dibînin. Serlêdanên ji Amerîka, Arjantîn, Elmanya, Fransaya û çar parçeyên Kurdistanê hatine, nîşana zêdebûna xuyabûna festîvalê di asta navneteweyî de ne. Beriya festîvalê, bi derhêner û akademîsyenên ji herêmên cuda hatin, atolye hatin lidarxistin. Di van atolyeyan de li ser bîr, aştî û sînemayê nîqaş hatin kirin. Hate destnîşankirin ku festîval ne tenê qada nîşandana fîlman e, lê di heman demê de zemîneke hilberîn û hevkarîyê ye.

Bernameya Belgefîlman a FîlmAmedê diyar bû
Onder, Dag û Guney hatin bibîranîn
Di merasîma vekirinê de, nûnerê OSADê Mîr Mistefa Baydemîr got:
“FilmAmed jiyanê tîne ser perdeyê. Bêyî bîranîna Sirri Sûreyya Onder, Halîl Dag û Yilmaz Guney em nikarin derbas bibin. Em fîlmên xwe bi wan re temaşe dikin.”
Hevşaredara Peyasê Berîvan Gulşen Sincar got: “Eger ziman, çand û hunera gelê ne azad be, paşeroja wî jî nikare azad be,” û bal kişand ser girîngiya domkirina festîvalê tevî qeyûman. Hevşaredarê din Cengîz Dundar jî got: “Gelê Kurd bi salan e li dijî asîmîlasyonê bi çand û hunera xwe berxwedanê dike.”
Yekem belgefîlmê: “Jinwar”
Di destpêka festîvalê de hunermend Mehmet Atli bi stranên xwe derket ser dikê û b i çoşeke mezin hate pêşwazîkirin.
Her weha piştre belgefîlma yekem a festîvalê a binavê “Jinwar” hate nîşandan. "Jînwar" belgefîlma derhêner Nadya Derwîş e. Mijara belgefîlmê ewe ku behsa gûndê jinan tê kirin û gund li Rojavayê ji aliyê jinan ve hatiye avakirin. Fîlm rastî eleqeyeke mezin a temaşevanan hat.
Beriya nîşandana fîlmê, peyama Derwîşê hat xwendin û di peyamê de ev hat gotin: “Ev gûndê ku bi destê jinan hatiye avakirin, bangek e ji bo jinên cîhanê. Bi rêya sînemayê em bi hev re têne ba hev.”
Xelatên festîvalê û wateya wê
FilmAmed destnîşan dike ku sînemaya belgefîlmê ne tenê şaxeke hunerî ye, di heman demê de amûreke parastina bîra civakî ye. Îsal sê xelatên sereke dê bên dayîn:
• Xelata “Edalet û Rastî” ya ku ji Orhan Dogan re hatiye terxankirin,
• Xelata “Azadiya Jinê” ya ji bo Leyla Qasim,
• Xelata “Ekolojiya Baxçeyên Hewselê.” Ji bilî van, ji bo tevlîbûna gel, Xelata Juriya Gel a bi navê Kemal Kurkut jî dê bê dayîn.
Herwiha dê ji sê projeyan re piştgiriya çêkirinê, post-prodüksiyonê û amûrên teknîkî bê dayîn, da ku piştgiriyeke berbiçav ji sînemagerên serbixwe re bê pêşkêşkirin.
“Deriyê me ji fîlmên li pey heqiqetê re vekirî ye”
Endama komîteya festîvalê Dîlan Toftikê ji bianetê re behsa rêwîtiya FilmAmedê kir û peyamên girîng da. Her weha Toftikê destnîşan kir û got:
“‘Reh’ girêdana çandî ya li ser erdnîgariya Kurdistanê nîşan dide. ‘Li dora agir rastiyên efsûnî ‘ jî wateya gotinê, çîroka xwe avakirin û hebûnê digire nava xwe. Agir di heman demê de berxwedanê jî sembolîze dike. Ev mijar hem berxwedanê hem jî girêdana bi kokên me re nîşan didin.”
Toftik, li ser pîvanên hilbijartina fîlman jî rawestiya û ji bo perspektîfa festîvalê wiha got:
“Em fîlmên ku heqaretê li tu civak an kesekî nakin tercîh dikin. Ji bilî vê, fîlmên ku mafên jin, xweza û heywanan diparêzin; li ser bîra civakî û binpêkirinên mafan ên li vê erdnîgariyê ne, ji bo me pêşeng in. Ji têkoşîna azadiya jinê heta rastiya qirkirinê, fîlmên ku ronahiyê didin rastiya vê erdnîgariyê, di navenda me de ne. Herwiha ne tenê sînemaya Kurdî, fîlmên ji Ewropa û Rojhilata Navîn ên li pey rastiyê ne jî ji bo me vekirî ne.”
“FilmAmed li dijî sansûrê qadeke”
Toftikê bal kişand ser wê yekê ku FilmAmed ji bo sînemagerên Kurd ên bi astengiyan re rû bi rû dimînin qadekê vedike: “
FilmAmed bi rastî qadekê vedike. Ji ber ku fîlmên Kurdî li gelek cihan rastî sansûrê tên û derfeta nîşandanê nabînin. Sînemagerên Kurd ji bo pêkanîna projeyên xwe di peydakirina fonan de jî zehmetiyan dikişînin. Festîval hem ji derhênerên ku fîlmên wan nayên nîşandan re qadekê dide hem jî di qonaxa hilberînê de piştgirî pêşkêş dike. Di demeke ku li Tirkiyeyê nîqaşên sansûrê zêde ne, FilmAmed platformekê diafirîne ku derhêner dikarin xwe bi azadî îfade bikin.”
Toftik, girîngiya piştgiriya rêveberiyên herêmî ji bo festîvalê jî destnîşan kir: “Ji peydakirina salonan heta parvekirina barê aborî, rêveberiyên herêmî ferqê çêdikin. Bi vî awayî em hem digihîjin girseyên berfireh hem jî domdariya festîvalê tê garantîkirin.”
Her weha Toftikê di dawiyê de li ser xuyabûna navneteweyî ya festîvalê rawestiya û got:
“Îsal serlêdan pir zêde bûn. Bi platforma FilmFreewayê ku me yekem car bikar anî, me ji gelek cihên cîhanê fîlm wergirtin. Ji ber ku festîval du sal in nehatibû kirin, eleqeya sînemageran jî pir zêde bû. Piştî her festîvalê em kêmasiyên xwe dinirxînin. Piştî pratîka îsal jî em ê bêguman tiştên nû hîn bibin û di salên pêş de festîvala xwe hîn baştir bikin.”
“Hewldana anîna ba hev a bîra gel û sînemayê ye”
Cîgirê Hevşaredarê Peyasê Yilmaz Guneş, ji bianetê re axivî û destpêkirina festîvalê bi van gotinan nirxand: “Hewldana anîna ba hev a bîra gel û sînemayê ye”
Mijara festîvalê ya îsal wekî “Aştî û Edalet” hate diyarkirin. Guneş, destnîşan kir ku festîval ji sîyasetmedarê Kurd ê bi têkoşîna edaletê tê naskirin Orhan Dogan re hatiye terxankirin û got: “Em careke din bi rêz û minet wî bi bîr tînin.”
Festîvala Belgefîlman a FilmAmedê, ji bo jiyana çandî ya Amedê tevkariyeke girîng e. Piştî saziyên çandî yên ku ji aliyê polîtîkayên qeyûman ve hatin girtin an qelskirin, festîval bi xwedîderketina dîsa ya rêveberiyên herêmî hêviyê dide gelê herêmê.
Guneş got: “Armanca yekem a qeyûman çand, jin û saziyên ciwanan bûn. Ev bîra gelê ne. Sînemaya Kurdî jî di vê pêvajoyê de zirareke giran dît. Hunermend hatin sirgûnkirin, ji erdnîgariya xwe hatin dûrxistin. Em îro ji bo wê yekê li vir in ku bi rêya sînemayê gelê xwe bi dîrok û kokên wan yên çandî re bînin ba hev.”
Zemîneke nû ya hevkarîyê di sînemaya Kurdî de çêbûye
Bi rêya sînemaya belgefîlmê, bîr, çand û berxwedana Kurdan tê ser perdeyê. Festîval, ji aliyekî ve hunermendên herêmî piştgirî dike, ji aliyê din ve sînemagerên navneteweyî li Amedê dicivîne û nasnameya çandî ya bajêr xurt dike.
Guneş destnîşan kir ku festîvalê ji gelek welatên cîhanê eleqeyeke mezin dît û got: “Ji Amerîka heta Arjantîn, ji Elmanya heta Fransayê, sînemagerên ji welatên cuda serlêdan kirin. Ev ji bo sînemaya Kurdî mînakeke mezin a hevkarîyê ye.”
Divê bi çand û hunerê bîr were xurtkirin
Guneş, li ser armancên pêşerojê jî rawestiya û got ku çalakiyên çandî dê zêdetir bibin:
“Ziman, çand, sînema, dîrok û wêje qadên ku hev du têr dikin in. Em ê di van qadan de xebatên xwe lez bikin. Hefteya borî me bi mêvanên ji derveyî welat re li ser aştî û bîrê atolye li dar xistin. Ji niha û pê ve jî em ê xebatên xwe yên di warê huner, wêje, ziman û çandê de zêde bikin û bidomînin.”

(İY/AY)
.jpg)






