Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Bi biryara Dîwana Wezîran, Biryarnameyên di Hikmê Qanûnan de yên 993 û 694ê hatin îlankirin. Bi biryarnameyê 928 kes ji karî hatine avêtin, 120 ji wan akademîsyen in, 3 saziyên medyayê(Şûjin, Rojeva Medya û Ajansa Nûçeyan a Dîcle Medyayê) hatin girtin.
Ji bo dîtina biryarnameyê vê dûvelankê bitikînin.
3 saziyên medyayê
Karê wan sazî û kesên “hatiye tespîtkirin têkiliya wan bi wan rêxistinan re hene ku Lijneya Ewlehiya Neteweyî ew tespît kirine ku li dijî ewlehiya neteweyî kar dikin” hat betalkirin.
Rojeva Medyayê tekane rojname bû ku li Tirkiyeyê bi Zimanê Kurdî rojane dihat weşandin. Digel Rojeva Medyayê malpera Şûjinê ya nûçeyên jinparêz û Ajansa Nûçeyan a Dîcle Medyayê hatin girtin.
Kesên ji karên wan hatîn avêtin
Navê hin sazî û hejmara wan kesên ji karên wan hatîn avêtin li jêr in:
Saziyên girêdayî Wezareta Karên Navxweyî – 215
Lijneya Perwerdeya Bilind – 172 (120 akademîsyen 52 karmend)
Wezareta Dadê – 142
Hêzên Leşkerî yên Bejayê – 106
Hêzên Leşkerî yên Hewayî - 90
Hêzên Leşkerî yên Avî - 40
Türkiye İş Kurumu Genel Müdürlüğü – 32
Wezareta Parastina Neteweyî - 19
Wezareta Çandinî û Xurekan - 17
Midûriya Giştî ya Emniyetê – 12
TSE - 9,
Wezareta Çavkaniyên Xwezayî û Enerjiyê – 8
Wezareta Perwerdeya Neteweyî, BTK – 7
(EKN/MB)