Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Baroya Amed, Wan, Riha, Mêrdîn, Şirnex, Mûş, Semsûr, Çewlig û Dêrsimê derbarê operasyona li ser Rojavayê daxuyaniyeke hevbeş daye.
Baroyan di daxuyaniya xwe de bang li rayedarên dewletê, desthilatdar û mixalefetê kiriye û wiha gotine:
“Em bang aştiyê di serî de li Birêz Serokomar, hemû rayedarên dewletê û partiyên mixalefetê dikin, em dixwazin ku şerê demildest bi dawî bikin. Ti fêdeyeke din a vê manewraya polîtîk nebe ji bilî kûrkirina krîzên psîkolojîk, civakî, siyasî û ekonomîk ên Tirkiyeyê.
Dibe Tirkiye ji hêla leşkerî ji ve di vî şerî de bi ser keve ku li beramberî hemû cîhanê sekiniye. Lê divê neyê jibîrkirin, ‘şer wê biryarê nade ku kî mafdarî, wê biryarê dide ku bê kî bêhêz e.
“Em bawer dikin ku wê ti kes di vî şerî de bi ser nekeve û di serî de gelê tirk û kurd wê hemû gelên Rojhilat winda bikin. Em bang aştiyê di serî de li Birêz Serokomar, hemû rayedarên dewletê û partiyên mixalefetê dikin, em dixwazin ku şerê demildest bi dawî bikin.” (RT/FD)