Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
8emîn daneşîna doza rojnameya Cûmhûriyetê li avahiya edliyeyê ya Silivriyê îro berdewam dike ku du jê girtî 20 kes tên dadgehkirin.
Parêzer Akin Atalay Serokê lijneya Îcrayê yê rojnameya Cûmhûriyetê 541 roj in ku girtî ye û tê dadgehkirin. Daneşîn wê 24,25,26 û 27ê Nîsanê berdewam bike û çavlirêye ku biryar derkeve.
Li Silivriyê berdewam dike
Di daneşîna yekê ya 24ê Tîrmehê ya 2017ê de ji ber ku hejmara beşdaran zêde bû, biryar hat girtin ku daneşîna duyê 11ê Îlonê ya 2017ê li Silivriye çêbibe. Piştî danişîna li Silivriyê careke din biryar ji bo Çaglayanê hatibû standin.
Daneşîna 5emîn, 25ê Kanûna Pêşiyê li 27emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê çêbûbû û heyeta dadgehê nehiştibu rojnamegerê girtî Ahmet Şik biaxive û ew derxistibûn ji derveyî salona dadgehê.
Heyetê paşê biryar girtibû ku dadgehkirin careke din li Silivriyê berdewam bike.
Ji bo Şik û Sabûncûyî biryara serbestiyê hatibû standin
Di daneşîna ku 9ê Adarê çêbûbû de Mûrat Sabûncû, Berpirsê Weşanê yê Cûmhûriyetê û nûçegîhanê rojnameyê Ahmet Şik bi biryara dargehê serbest mabûn.
Çi bûbû?
Îdianame 156 rojan piştî ku rêveberên rojnameya Cûmhûriyetê di 5ê Çiriya Paşiyê ya 2016yê de hatin girtin, 4ê Nîsana 2017yê hat amadekirin.
Ahmet Şik 31ê Kanûna Pêşiyê û Emre Îper 19ê Nîsanê hatin girtin.
Dadgehkirin 24ê Tîrmeha 2017ê dest pê kir. Îdianame ji bo Îperî 24ê Tîrmehê şandin dadgehê.
Mûrat Înamî lêpirsîn da destpêkirin. Înam her wiha gumanbarê “Doza FETOyê” ye.
Îmzeya Înamî di bin îdianameyê de nîne, lê Mehmet Akîf Ekîncî û Yasemîn Baba Dozgera Komarî îdianame îmze kirin.
Xebatên rojnamegeriyê weke sûc hatine nîşandan di îdianameyê de û 106 nûçe weke delîl, 149 tweet, 17 rojnameger û rêveberên rojnameyan weke şahid cî girtibûn.
Dozgerî dixwaze ku ji ber sûcê “digel ku ne emdamên rêxistinê ne lê alîkarî bi rêxistinê re kirine” bên cezakirin.
Nivîskar û rêveberên Rojnameya Cumhuriyetê bi îdiaya “Digel ku ne endamên rêxistinên PKK/KCK û FETO/PDYyê ne lê li ser navê rêxistinê sûc kirine” hatin sûcdarkirin.
BIXWÎNE: Nûçeyên Doza Cumhuriyetê
Daneşîna pêşiyê ya dozê di 24ê Tîrmehê de li 27emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin. Daneşîn 5 rojan berdawam kir û dadgeh biryara serbestiya Guray Oz, Musa Kart, Bulent Utku, Hakan Kara, Onder Çelik, Mustafa Kemal Gungor û Turhan Guneyî da. Di danişîna sêyê de rojnameger Kadrî Gürsel hat tehliyekirin.
Murat Sabuncu, Akin Atalay, Ahmet Şik û Ahmet Kemal Aydogdu hîn jî girtî ne.
Doza xebatkarê muhasebeya rojnameyê Emre Îper di 10ê Tebaxê de xistin nav doza esasî ya rojnameyê. Daneşîna bê wê di 11yê Îlonê de li Silivriyê birêve biçe. (EA/FD)