* Fotograf: Hüseyin Yıldız - Hatay / AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê îro daxuyaniyek bi nivîskî weşandiye û tê de diyar kiriye, li 83 herêmên ser bi 32 bajaran ku tê de 54 hezar û 53 kes dijî ji ber Covîd-19ê girtine karantînayê.
Di daxuyaniyê de weha hatiye gotin:
“Ji saet 09.30ê roja înîyê pê ve li 3 mezre, 39 tax, 37 gund û 4 bajarokê serbi 32 bajaran biryara karantînayê hatiye stendin. her weha li van 83 herêman bi giştî 54 hezar û 53 kes dijîn.
Li welatê me ji îro pê ve di pêvajoya vîrusa Covîd-19ê de li 53 mezre, 352 tax, 354 gund, 24 bajarok û 5 navçeyên serbi 68 bajaran girtine karantînayê. Hemû 788 cîhe ku tê de 623 hezar û 766 kes dijîn. (AS/AY/FD)