Ji bo nûçeya Tirki / İngilîzî bitikîne
35emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê biryara tehliyekirina Günal Kurşun, İlknur Üstün, İdil Eser, Nalan Erkem, Peter Steudtner, Özlem Dalkıran, Ali Garawi û Veli Acuyî da.
Dadgehê biryar girt ku dosyeya Taner Kiliç a li 26emîn Dadgeha Cezayê Giran a İzmîrê ku bi îdiaya “sîxurtî û fînansmana terorîzmê” hatibû vekirin bi dosyeya mafparêzan re bibe yek û biryara kontrola edlî ya gumanbarên nehatibûn girtin bê rakirin.
Doz wê di 22yê Çiriya Paşiyê de berdewam bike.
Dozger daxwaz kiribû ku Günal Kurşun, İlknur Üstün, İdil Eser, Nalan Erkem, Peter Steudtner, Özlem Dalkıran û Ali Garawi tehliye bibin lê Veli Acu girtî bimîne.
Çi bûbû?
İdil Eser (Dîrektora Tirkiyeyê ya Rêxistina Navneteweyî ya Bexişînê), İlknur Üstün (Koalîsyona jinan), Nalan Erkem (Helsinki Yurttaşlık Derneği), Özlem Dalkıran (Helsinki Yurttaşlık Derneği), Günal Kurşun (İnsan Hakları Gündemi Derneği), Veli Acu (İnsan Hakları Gündemi Derneği), Nejat Taştan (Eşit Haklar İzleme Derneği), Şeyhmus Özbekli (Hak İnisiyatifi), Ali Garawi (İsveç vatandaşı insan hakları eğitimcisi), Peter Steudtner (Welatiyê Almanyayê, dersdêrê mafên mirovan) li Buyukada a Stenbolê, dema ku ji bo perwerdeya ewlehiya dîjîtal kom bûbûn hatibûn desteserkirin û di 18yê Tîrmehê ya 2017yê de hatibûn girtin.
Di 21yê Tîrmehê de dozger, li hemberî serbestberdana 4 mafparêzan derket û derbarê wan de biryara berdestkirinê hat standin. Ustun û Erkem a ku 23yê Tîrmehê li malên xwe hatin desteserkirin, hatin girtin.
25ê Tîrmehê Nejat Taştan û Şeyhmûs Ozbeklî bi şertê kontrola edlî û qedexeya derketina derve serbest man.(ÇT/FD)