Foto: Ajansa Anadolûyê
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li ser sînorê Tirkiye-Iraqê çar leşker hatiye kuştin. Rêûrismê binaxkirina leşkerê bi navê Yener Kırıkçı li bajarê wî, Enqereyê hatibû kirin. Serokê CHPyê Kemal Kiliçdaroglû beşdarî rêûrismê bûbû.
Bixwîne - CHP dê li 81 bajaran derkeve kolanan
Komekê pêşiyê dirûşmên “bila PKK(Partiya Karkerên Kurdistanê) derkeve” gotibû. Paşê li benda Kiliçdaroglûyî mabûn ku ew ji cihê rêûrismê derkeve. Dema derketî êrîşî wî kiribûn.
Piştî vê, 9 kes hatibûn desteserkirin ku tê gotin êrîşî Kiliçdaroglûyî kirine. 8 ji van piştî îfadegirtina wan hatine berdan.
Dema desteserkirina O. S. yî hatiye dirêjkirin ku di dîmenan de hatiye dîtin, kulm li Kiliçdaroglûyî daye.
Bixwîne - Ji ber êrîşa li ser Kiliçdaroglûyî 6 kes hatine desteserkirin
Qebûl kiriye ku kulm lê daye
Polîsan piştî êrîşê bi ser mala O. S.yî de girtiye lê ew li malê nedîtine. Duh nêzîkî navçeya Sîvrîhîsarê ya Eskîşehîrê hatibû zeftkirin û desteserkirin. Ew biribûn Fermandariya Cendermeyan a Çûbûkû û ji vir jî şandibûn Edliyeya Çûbûkê.
Bixwîne - Hevserokên HDPyê serdana Kiliçdaroglûyî kirine
O. S. yî di îfadeya xwe ya pêşiyê de gotiye, “ez di nava qerebalixê de hatime coşê” û qebûl kiriye ku kulm li Kiliçdaroglûyî daye.
8 ji wan hatine berdan
Suleyman Soylû, Wezîrê Navxweyî aşkere kiribû ku 9 kes hatine desteserkirin.
Çar ji van piştî lêpirsîna li gel dozgeriyê û dadweriya nobedar bi şertê kontrola edlî hatine berdan.
Dozgerî biryara berdanê ji bo sê kesan, Dadweriya Sûc û Cezayan a Nobedar jî biryara berdanê ji bo kesekî daye.
Li gorî vê encamê 8 kesên gumanbar hatine berdan.
Soylûyî diyar kiriye ku hemû kesên êrîşî Kiliçdaroglûyî kirine ji gundê Akkuzuluyê ne. Bûyera êrîşê li vî gundê pêk hatibû.(AS/FD)