* Fotograf: Erçin Ertürk, Emin Sansar, Murat Çetinmühürdar - Ankara / AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
7em Kongreya Mezin a Asayî ya Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) bi beşdariya Recep Tayyîp Erdogan, Serokomar û Serokê Giştî yê AKPyê li Salona Sporê ya Enqereyê pêk hatiye.
Digel ku di serî de Fahrettîn Koca, Wezîrê Tenduristiyê gelek doktor û xebatkarên tenduristiyê bal kişandin ser tedbîrên pandemiyê, ji gelek bajaran bi otobisan endamên AKPyê beşdarî Kongreyê bûne.
Ji ber vê rewşê li ser medyaya civakî gelek kesan bertek nîşan daye.
Beriya Kongreyê gelek endam û alîgirên AKPyê ji deverên cida cida ên Tirkiyeyê çûna Enqereyê. Ew kes di xalên ewlehiyê de hatine kontrolkirin û bi makîneyên X-rayê li ser wan geriyane. Kesên nikarîbûn bikevin nava salonê li derve bi rêya ekranên mezin li kongreyê temaşe kirin.
Îro piştî axavtina Erdoganî wî rapora xebatan were xwendin û dengdan. Piştî ku rapora Komîsyona Guhertina Rêznameyê were xwendin, nîqaş li ser were kirin û dengdan wê serokê giştî were hilbijartin. Di Konreyê de wê bi guhertina rêznameyê re hejmara endamên Lijneya Biryaran a Navendî û Lijneya Rêveberiyê ya Navendî zêde bibe. Piştî hilbijartina endamên Lijneya Rêveberiyê ya Biryaran a Navendî wê hilbijartin ji bo Lijneya Disiplînê ya Navendî, Lijneya Demokrasiya Nava Partiyê û Hakeman a Navendî ya Giştî û Lijneya Etîk û Dilpakiya siyasî were kirin.
Erdogan, Serokomar û Serokê Giştî yê AKPyê axiviye û got ku siyaset divê bi tenê ji bo îro nebe û wiha domandiye: "Li gorî hizra me divê siyaset ne tenê paşeroj bi îro ra jî sînorkirî nemîne û pêşeroj, siberoj û hêviyê jî di xwe da bihewîne."
Serokomar Erdoganî destnîşan kiriye ku ew ê pêşveçûna xwe ya bi Hevbendiya Komarê re bidomînin û wiha gotiye: "Em ê bi Hevbendiya Komarê Cumhur re Tirkiyeyê pêşiyê bigihînin armancên 2023yan û peyra jî bigihînin vîzyona 2053yan."
“Ez ji vir bang li wan welatiyan dikim ku bi tenê ji bo xwe di nava ewlehiyê de bibînin, dowîz û zêran li malên xwe digirin. Ez dixwazim ev welatiyên min wan zêr û dowîzên ku saman me ya netewî ye bikin amûrên fînansê yên curbucûr û bixin xizmeta aborî û hilberînê.”
“Ew ên di qaxizan de li mafên jinan digerin”
“Di rojeva me de, gotinên me wê ji wan kesan re hebe ku ne di wicdanan lê di qaxizan de li mafên jinan digerin. Hin nemerd hene ku jinan dişînin çiyayan û paşê jî li dû wan digirîn.” (AS/FD)