Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Nivîskar, rojnameger, akademisyen û siyasetmedar jî di nav de 793 jinan di 25ê Îlonê de kampanyayek dane destpêkirin û xwestine ku HDPyiyen ji ber “lêpirsîna Kobaniyê” hatine desteserkirin azad bibin.
Jinan bi kurdî û tirkî gotine ku “rêhevalên me yên desteserkirî demildest azad bikin.”
Daxuyaniya jinan wiha ye:
Rêvehalên me yên desteserkirî demildest azad bikin!
25ê Îlonê me çavên xwe bi nûçeyên desteserkirinan vekir. Ev ji bo me tiştekî nû ye. Hewl dan ku bi operasyoneke tesfiyekirinê, hevalên me yên di nava HDPyê de têkoşînê dikin bikin hedef û li hêla din jî hewl dan medyaya civakî bi navê “Tevgera Bênavan” krîmînalîze bikin. Di her du operasyonan de jî rêhevalên me bi neheqî, bêhiqûqî û bi derewan ji nava me birin. Em ango jin, van rêhavelên xwe ji wê têkoşînê nas dikin ku ji bo jiyanên xwe dikin. Her weha em şahide têkoşîna wan in. Ev rêhevalên me gava hewce dike li meclîsê û li her derê, dibin dengê me û em bi hev re jiyanake wekhev û azad û mafên xwe diparêzin. Şert û mercên desteserkirinan, nirxê mirovan tine dihesibînin. Ev şert û merc di dema pandemiyê de gihîştiye asteke xeternak. Ji ber vê rewşê em ji bo hevalên xwe metirsîdar in.
Di nava van şert û mercan de saziyên hiqûqê bi fermanan tevdigerin, jiyana hin kesan biqîmet e ya hin kesan jî bêqîmet. Di rewşeke wiha de ewlehiya me kesî nîne.
Êrîşên nijadperest li ser gelê kurd zêde bûne, karkerên kurd li her cihê lê kar dikin tên lînckirin, şeqamekê li ser ruyê jineke ku pitika wê di destê wê de ye xistine lê ti kesî hesabê vî tiştî nedaye, digel ku gundiyên kurd gotine ew bi îşkenceyê ji helîkoptera leşkeri avêtine lê ti kesî lêpirsîna wê tundkariyê nekiriye, ew tundkariya ku çavên gundiyan ji xwînê sor kiriye, ji ber ku “bi kesên dirust” re fotograf kişandine Musa Orhan, Umit Can Uygun, Fatih Burak Aykul û gelek kesên weke wan nehatine cezakirin. Ji ber van tiştan û yên weke wan baweriya me nema bi edaletê tê. Di vê pergalê de “bêhna me diçike!”.
Kesên ku beriya niha ji bo heman tiştî îfade dane, kesên ku Dadgeha Destûrî ji bo wan gotiye mafên wan hatiye binpêkirin, malên wan, navnîşanên wan diyar in, piştî 6 salan bi fermana Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê bi hincetên pêkenî yên weke “guman heye baz bidin” û “ihtimal heye delîlan tine bikin” bi serdegirtinên malên wan, di saetên sibehê de hatine desteserkirin. Em dizanin ku ev operasyon ne hiqûqî lê siyasî ye. Lewre ev tişt ji bo Zaynal Abarokovî nayê kirin ku Gulistan Dokuya bi mehane winda ye bi darê zorê li ba xwe hiştibû, ango ji bo Musa Orhanê ku gotiye “Min berê jî kiriye, tiştek nabe ji min” jî ev nayê kirin. Ji ber vî tiştî em bêdeng namînin.
Ji bo Aylayê, Gulferê, Beyzayê, Perîhanê û ji bo her kesê/a ku hatiye desteserkirin em deng derdixin:
Li dijî vê bêhiqûqiyê em li cem kesên desteserkirî ne. Em dibînin ku êrîşa li ser HDPyê ya nûnertiya îradeya 6 milyon mirovan dike, derbeya li ser ihtimala demokrasiye ye, her weha êrîşa li ser “Tevgera Bênavan” ango zexta li dijî medyaya civakî derbeya li ser her cure îtiraz û mixalefetê ye. Lewre her demê li dijî zayendperestî, nijadperestî, kedxwarî, daraza alîgir, faşîzmê derketine ku li welêt dengê xwe bilind dike. Û wê dîsa li dijî van derkevin. Em ê bi hev re li dijî van derkevin.
Em ango ew jinên îmze avêtine bin vê metne, dizanin ku demokrasî û hiqûq di têkoşîna rizgariya jinan de jî tiştekî esasî û bingehîn e. Ji ber wê ye ku em dibêjin ev operasyon “ne hewldana avakirina rojeveke sûnî ye” lê yek ji rojevên bingehîn û rastîn e. Em vî tiştî weke mijareke hebûn û tunebûnê dinirxînin. Çawa ku em li dijî zayendperestiyê li ber xwe didin, em li dijî polîtîkayên desthilatdariyê jî li ber xwe didin. Ev polîtîkayên ku zext û zordarî ji xwe re kirine amûreke bingehîn. Em dizanin ku heke em li ber xwe nedin em ê bifetisin.
Em dixwazin siyasetmedar û kesên bi tohmeta “Tevgera Bênavan” hatine desteserkirin demildest azad bibin. Em ê demokrasiyê bidest bixin, em ê edaleta rastîn bidest bixin, em ango jin em ê wekhevî û azadiyê bidest bixin.
Em ê bi hev re û bi têkoşînê qezenc bikin!
(EMK/FD)