Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Serokê Partiya Komarê ya Gelî(CHP) Kemal Kiliçdaroglû 22 roj in ku ji Enqereyê dest bi meşa ber bi Stenbolê ve kiriye.
Di roja 22. a Meşa Edaletê de 77 rêxistinên LGBTI û jinan bi dirûşma “heke wekhevî nebe edalet jî nîne” li cihê Pippa Bacca* lê hatî kuştin beşdarî Meşa Edaletê bûn.
Jinan eşkere kirin ku qeyûmên bûyîn serokên şaredariyan bi sedan jin ji karê wan avêtîne. Bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnan de gelek sazî û rêxistinên jinan hatin girtin, destkeftiyên jinan têne desteserkirin ji ber wê ew beşdar bûne.
*Pippa Bacca hûnermend û aktîvîstek bû ku dixwest nîşan bide dinya hê jî cihekî ewle ye. Ji ber wê bi otostopê dê li dora dinyayê bigeriya. Mêran bi tûndkariyê ew kuşt.
Çi bûbû?
Di 14ê Hezîranê de Dadgeha Stenbolê biryara girtina parlamentê Partiya Komarê ya Gelî(CHP) Enîs Berberoglûyî da.
Berberoglû ji ber nivîsîna nûçeya li ser TIRên MIT(Rêxistina Îstixbarata Neteweyî) hatibû sûcdarkirin. Dema MITê tejî TIRekê çekên giran ji bo Sûriyeyê dibir rêya TIRê hatibû girtin û rojnameya Cumhuriyetê li ser bûyerê nûçeyek çêkiribû.
Serokê Partiya Komarî ya Gelî(CHP) Kemal Kiliçdaroglû û desteya digel wî di 15ê Hezîranê de ji Parka Gûvenê ya Enqereyê ber bi Stenbolê ve dest bi meşê kir. Meşa wî dê 23 rojan dom bike û armanca wî ew e ku heta Girtîgeha Maltepeyê bimeşe. Kiliçdaroglûyî meşa xwe wek "Meşa Edaletê" bi nav kir.
Parlamentê Partiya Komarî ya Gelî(CHP) Enîs Berberoglû di Girtîgeha Maltepeyê de dimîne.(NV/MB)
Meşa Edaletê:
Meşa Edaletê di roja 21ê de ye
Meşa Edaletê di 20emîn roja xwe de berdewam dike
Meşa Edaletê 19 roj in ku didome
Meşa Edaletê di roja 16emîn de berdewam dike
Kiliçdaroglû: Em li dijî hemî provakasyonan amade ne
Hin xwenîşandaran zibil rijand ber derîyê kampa beşdarên Meşa Edaletê
CHPyê îtiraza girtina Berberoglûyê parlamenter kir dadgehê red kir
Xwenîşandarek di “Meşa Edaletê” de ket krîza dilî û mir