Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Di encama serdegirtina malên wan de ji rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê 4 rojnameger hatine desteserkirin. Li gorî zanyariyên nû 3 kesên din jî hatine desteserkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê duh bi şev polîsan û tîmên taybet bi ser malên hin xebatkarên rojnameyê de girtine.
Serdegirtin di navbera saet 00.00 û 03.00ê de çêbûye û di encamê de Reyhan Hacioglû, Pinar Tarlak, Hîcran Urun, Nedîm Demîrkiran, M. Alî Çelebî, Ramazan Sola û xebatkarê kevn ê rojnemayê Mehmet Beyazit hatine desteserkirin.
Li gorî nûçeyê sedem ji bo biryara desteserkirinê nehatiye diyarkirin polîsan gotiye ku di lêpirsînê de biryara “nepeniyê” heye.
Di dema serdegirtina mala edîtora rojnameyê Reyhan Hacioglûyê de polîsan dest danîne ser maskeya gazê ya ku di dema şopandina nûçeyan de tê bikaranîn, hin hejmarên rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê, pirtûk, name û wêneyan.
Çi bûbû?
28ê Adarê polîsan bi ser rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê û Çapxaneya Gunê de girtibû û hatibû îdiakirin ku dewletê dest daniye ser şîrketê.
Di dema serdegirtinê û paşiya wê de Îhsan Yaşar Xwediyê Rojnameya Demokrasiyê, Îshak Yasûl Midûrê Nivîsan, Kasim Zengîn Xwediyê Çapxaneya Gunê jî tê de 25 kes hatibûn desteserkirin.
Li gorî vê encamê hejmara desteserkiriyan gihiştiye 29an
Navê kesên ku hatine desteserkirin wiha ye:
Îhsan Yaşar Xwediyê Rojnameya Demokrasiyê, Îshak Yasûl Midûrê Nivîsan, Kasim Zengîn Xwediyê Çapxaneya Gunê, xebatkarên rojnameyê Reyhan Hacıoğlu, Pınar Tarlak, Hicran Ürün, xebatkarê kevn ê rojnameyê Mehmet Beyazıt, xebatkarên çapxaneyê Erdogan Zamûr, Mûsa Kaya, Cemal Tûnç, Kemal Daşdogen, Îrfan Karaca, Mehmet Emîn Sûmelî, Îhsan Sînmîş, Ûğûr Selman Kelekçîler, Kazım Goçer, Necatî Hizarci, Mahmût Abay, Mehmet Ozkara, Cûmalî Oz, Mursel Demîr, Polat Arslan, Suleyman Guneş, Cenk Kale, Cengîz Kaya, Îsmaîl Ergene, Semîh Tamay, Ozgur Bozkûrt, Sadettîn Demîrtaş. (EA/FD)