* Fotograf: bianet arşiv
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Heft rêxistinên siyasî ji bo 1ê Gulanê daxuyaniyek weşandiye û banga beşdariya pîrozbahiyan kiriye.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Kedê (EMEP), Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TIP), Partiya Tevgera Kedkaran (EHP), Halkevlerî, Federasyona Meclîsên Sosyalîstan (SMF), Partiya Azadiya Civakî (TOP) îro daxuyaniyeke hevbeş weşandiye û gotiye, "Ji bo nan, aştî, azadiyê heydên 1ê Gulanê."
Partiyan di daxuyaniya xwe de her weha diyar kiriye ku “li dijî bihabûnê, xizaniyê, şer û kedxwariyê" ew he li 1ê Gulanê li qadan bin.
“AKP berpirsê siyasî yê xizaniyê ye"
7 rêxistinan di daxuyaniyê de gotiye ku patronên karker û kedkaran bêmerhemet ber bi çerxan ve diajon, hemû barê pandemî û krîza ekonomîk li pişta gelê xizan bar kiriye û wiha dewam kiriye:
“Hikûmeta AKPyê ya bi polîtîkayên neolîberal çandinî ber bi tunebûnê aniye, welêt kiriye bihuşta keda erzan a monopolên navnetewî ye berpirsê esasî yê siyasî yê xizaniya heyî."
Di daxuyaniyê de 7 rêxistinên siyasî diyar kiriye ku 1ê Gulanê roja serhildana gel a li dijî xizaniya giran, pêla bihabûna naqede û bêkariyê ye û ji bo qadan tijî bikin bang li gel kiriye. (AS)