Fotograf: MA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
7 welatiyên ku li Geverê bi derbdanê hatibûn îşkencekirin, piştî îfade dane, serbest bûne.
Li Geverê, navçeya Colemêrgê duh serê sibê polîsan bi ser malan de girtibûn û 2 jê zarok 7 kes desteser kiribûn.
Zarokên hatibûn desteserkirin 15 û 16 salî ne.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, polîsan bi tohmeta “endamtiya rêxistinê” 7 kes desteser kiribûn.
Di dema serdegirtinan de polîsan derb li welatiyan xistibûn û fotografên îşkencekirinê yên Mûstafa Borê yek ji desteserkiriyan e, di çapemeniyê de hatibû weşandin.
Polîsan kesên desteserkirî biribûn navenda polîsan a Geverê û îfadeyên wan wergirtine. 4 kes li navenda polîsan, piştî karûbarên wan ên fermî qediyane, serbest bûne.
Du zarok û Mûstafa Borê ku fotografên wî yên derblêdanê hatibûn weşandin, birine Serdozgeriya Komarî ya Geverê. Piştî li vir îfade dane, her sê kes serbest bûne. (AÖ/FD)