Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li Parlementoya Ewropayê (PE), Tifaqa Azad a Keskan/Ewropa, Koma Sosyalîst û Demokratan (S&D) û Çepa Keskan a Îskandînav-Çepên Yekbûyî ên Ewropayê(GUE/NGL) jî tê de, 69 parlementerên gelek komên cihê, name ji Josep Borelle, Nûnerê Taybet ê Polîtîkayên Ewlekariyê û Karên Derve yê Yekîtiya Ewropayê re şandine.
Parlamenteran di nameyê destnîşan kirine û gotine, “Pergala serokatiyê ya Tirkiyeyê, rêgeza darizandina serbixwe qels kiriye. Êrîşên bêhiqûq ên hikumeta Tirkan bi tenê berê xwe nade demokrastiya parlementer. Hevşaredarên Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) bi awayekî bêhiqûq ji wezîfeyê hatine stendin û li şûna wan 'Walî û Qeyyûm' hatiye wezîfedarkirin. Ji hilbijartina 31ê Adara 2019an û heta niha ji 65 şaredarên HDPê 46 şaredar hatine desteserkirin.
"Di êrişan de kesên sivîl hatine kuştin"
Di nameye de diyarkirine û weha pê de çûne, “Ji xeynî êrîşên hewayî yên Artêşa Tirkan yên li ser Şengal û Kampa Mexmûrê, ji ber operasyona di 14ê Hezîranê de ya li dijî Başûrê Kurdistanê jî fikarên me zêde dike. Di 23ê Hezîrana 2020an de li Kobanê bi balafirên bê mirov êrîşek hate kirin, gelek sivîl hatin qetilkirin û birîndarkirin.”
“Divê kirinên AKPê neyên qebûlkirin”
Di nameyê de hatiye destnîşankirin,Tirkiye endamê NATOyê û Konseya Ewropayê ye û ji bo Yekîtiya Ewropayê jî welatekî endam e û gotine,” Divê ev kirinên Partiya Dad û Geşepêdanê(AKP) yên li dijî normên demokratîk ên hiqûqa navneteweyî û neteweyî neyên qebûlkirin. Em bang li we dikin ku li dijî rejîma otokratîk a Erdoganî têkevin nav hewldanan.
"Em ji Komîsyonê dixwazin ku ji xeynî van êrîş û zextên neqanûnî ji bo bidawîkirina êrîşên li dijî hiqûqa navneteweyî jî, bila embargoya aboriyê bisepînin û di vî warî de gavên berbiçav biavêjin.” (EMK/AY/FD)