Di nav îmzakerên nivîsa navneteweyî ya bi sernavê “Ji sûcdarkirina Tevgera LGBTÎ+ li Tirkiyeyê dest berdin” de gelek rêxistinên navdar ên navneteweyî hene. AWID, CHOISIR, CIVICUS, CREA, Femena, Fundación Estudio e Investigación Mujer FEIM, Furia, GLAA, ILGA, IPPF, IWDA, PEN Norway, Women’s Major Group û WUNRN di nav wan de cih digirin.

Nêzîkî 1250 akademîsyenan bertek nîşanî operasyonên li dîjî LGBTÎ+yan dan
“Çalakiyên qanûnî nayên sûcdarkirin”
Di daxwaznameyê de hat gotin ku çalakiyên qanûnî yên wekî parastina mafan, rêxistinbûn, weşangerî, komkirina alîkariyan û çalakiyên fonan ne divê wekî sûc bêne nîşandan. Îmzakeran destnîşan kir ku têgehên wekî “malbat”, “exlaq” û “bêedebî” û her weha qanûnên têkildarî sûcên rêxistî ji bo astengkirina xuya bûna LGBTÎ+ û rêxistinbûna wan têne bikaranîn.

Li Stenbolê di operasyonên li dijî LGBTÎ+yan de 20 kes hatin girtin
Daxwaza berdana girtîyan
Rêxistinên mafên mirovan daxwaz kirin ku hemû kesên ku tenê ji ber bikaranîna mafên xwe yên bingehîn û meşandina çalakiyên rewa yên mafên mirovan hatine binçavkirin an girtin, bê şert û merc bên berdan. Di daxwaznameyê de her weha bang hate kirin ku operasyonên li ser rêxistinan, astengkirina gihîştinê û tundiya polîsan raweste divê bên rawestandin.
Çi qewimîbû?
Pêla dawî ya zextê li dijî tevgera LGBTÎ+ di 12ê Îlonê de dest pê kir. Di wê rojê de gelek malper û hesabên medyaya civakî yên rêxistinên femînîst û LGBTÎ+, saziyên medyayê, rêxistinên xwendekaran û parêzvanên mafan hate astengkirin.
Roja piştî wê jî li gelek bajaran operasyonên polîsan li dijî rêxistinên civaka sivîl hatin lidarxistin.
Di operasyonan de heft rêxistinên LGBTÎ+ û du rêxistinên ku bi kesên bi HIV re dixebitin hatin armanc kirin. Ofîsên rêxistinan û malên endamên wan hatin lêgerîn, amûrên elektronîkî jî hatin desteserkirin.
Li gor agahiyên ku di daxwaznameyê de hatine dayîn, heta 17ê Îlonê 116 kes hatin binçavkirin ku ji wan 44 parêzvanên mafên LGBTÎ+ bûn. Ji van kesan 82 hatin girtin. Di nav kesên girtî de 25 çalakvanên LGBTÎ+ an kesên bi rêxistinên LGBTÎ+ re têkildar hebûn.
Sedan kes di protestoyan de hatin binçavkirin
Ji bo protestokirina van operasyonan li Stenbolê, Enqereyê û Îzmirê çalakiyên aştiyane hatin lidarxistin.
Di van protestoyan de sedan kes hatin binçavkirin. Tenê li Stenbolê, di 15ê Îlonê de berî ku çalakî dest pê bike zêdetirî 100 kes hatin binçavkirin. Ev kes piştî demek binçavkirinê ya ku heta 30 saetan dirêj bû, hatin berdan.
(FY)

