Ji bo nûçeya Tirkî
Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Stenbolê daye destpêkirin de 62 xwendekarên Lîseya Leşkerî ya Kuleliyê ku tê îdiakirin di 15ê Tîrmehê de dema hewldana derbekirinê de avêtine ser Qereqola Polêsan a Çengelkoyê û xwestine ku qereqolê bi dest bixin, hatin girtin.
62 xwendekar piştî emniyetê sewqî Dadgeha Çaglayanê hatin kirin.
Dadgeha Nobedar yê Cezayê Sulhê derbarê wan xwendekaran de bi hinceta ‘bi cebir û tundiyê xwestine ku hukimetê ji holê rakin’ hatin girtin.
(YY/YO)