Ji bo nûçeya tirkî (1) (2) / ingilîzî bitikîne
6 welatiyên Tirkiyeyê yên ku ji hêla hêza bi ser General Xelîfe Hafterî, Generalê Artêşa Netewî yê Libyayê ve hatibûn desteserkirin, serbest bûne.
Çavkaniyên Wezareta Navxweyî ya Tirkiyeyê aşkere kiriye ku welatiyên Tirkiyeyê bi xwediyê şîrketê re li keştiyê vegeriyane.
Wezareta Navexwî ya Tirkiyeyê û Fûat Oktay, Alîkarê Serokomarî aşkere kiribûn ku heke welatiyên Tirkiyeyê serbest nebin, ew ê berpirsan weke “hedefên rewa” bibînin.
Çi bûbû?
Rêveberiya General Xelîfe Hafterî ya Libyayê ragihandibû ku wan şeş welatiyên Tirkiyeyê desteser kiriye. Orgenel Hafterî di meha Nîsanê de dest bi êrîşkirina Hikûmeta Yekîtiyê ya Lîbyayê (GNA) kiribû ku Serokê hikûmetê Fayez al-Sarraj e û ji hêla hêzên navnetewî ve hatiye qebûlkirin.
Tirkiyeyê diyar kiribû ku heke welatiyên Tirkiyeyê yên ji hêla General Xelîfe Hafterî ve hatine desteserkirin neyên berdan, ew ê hêzên Hefterî bibin “hedefa wan a rewa”.
“Ev tişt nijdevanî ye”
Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê derbarê mijarê de daxuyaniyek belav kiribû û tê de wiha gotibû:
“Li Libyayê raçavkirina şeş welatiyên me, ji hêla milîsên îlegal ên bi ser Hafterî ve çalakiyeke nijdevanî û korsanî ye. Em li bendê ne ku welatiyên me demildest serbest bibin. Heke na hêzên Hafterî wê bibin hedefa me ya rewa”.
Li Libyayê krîza siyasî berdewam dike. Xelîfe Hafterî ji bo bidestxistina bajarê Trablûsê ango paytexta Libyayê di mehên borî de dest bi êrîşê kiribû. Hafter bi Meclîsa Nûneran re tev digere ku li bajarê Tobrûkê, yê nêzîkî sînorê Misrê xebatên xwe dimeşîne.
Tirkiye hikûmeta li Trablûsê nas dike ku Neteweyên Yekgirtî û (NY) û civaka navnetewî jî wan rewa dibîne.(PT/FD)