Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Balafira ku derziyên Covid-19ê tê de barkirî, bi balafireke “Boeing 777” anîne Tirkiyeyê? Balafirê saet di 06.15 deqîqeyan de xwe daniye Balafirxaneya Stenbolê.
Bixwîne - Vaksînên Covid-19ê ji Çînê gihîştine Tirkiyeyê
Balafir di saetê şevê de ji balafirxaneya li Pekînê, paytexta Çînê bilind bûye û piştî li Stenbolê daniye, konteynerên ku derzî tê de ne, piştî karên gumrikê birine depoyan.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê, di vê qonaxê de wê 10 milyon derzî werin ku 6 milyon nîv, beşa yekem a vê qonaxê ye.
Tirkiyeyê 50 milyon derzî xwestiye
Tirkiyeyê ji vê derziya ku Sinovac, şîrketa çînî çêkiriye 50 milyon heb xwestiye. Ji derziya ku navê wê CoronaVac e heta niha 9 milyon û nîv derzî anîne Tirkiyeyê. Divê mirovek ji vê derziyê du caran li xwe bixe.
Wezareta Tenduristiyê û Lijneya Zanistê ya Koronavîrûsê Stratejiya Bicihkirinê ya Netewî ya Derziya Covid-19ê amade kiribûn û wê li Tirkiyeyê bi vî awayî pêk were:
- Di qonaxa yekem de derziyê wê li kesên di koma Ayê de ne ango xwendekarên stawyer ên fakulteyên tipê jî di nav de hemû xebatkarên tenduristiyê, dermanfiroş û alîkarên wan bixin.
- Di koma Byê ya qonaxa yekem de li kesên li malên parastinê yên kal û pîran û kêmendaman dimînin û li vir kar dikin, di Koma Cyê de jî li kesên temenê wan 65 û berjortir bixin.
- Di koma Ayê ya qonaxa duyem de ji bo xizmetguzarî dewam bike wê destpêkê li xebatkarên sektorên pêşdatir bixin ku ew jî ev in: “Kesên di Wezareta Berevaniyê ya Netewî û Wezareta Karûbarên Navxweyî de karên krîtîk dikin, zabita, pasavanên taybet, Wezareta Dadê, girtîgeh, dersdar, kesên di firin, fabrîkayên xwarinan de kar dikin, kargehên xurekan û avên paketkirî û yên weke wan, kesên di sektora guhastinê de kar dikin”
- Piştî van kesan di qonaxa duyem de kesên temenê wan di navbera 50 û 64an de,
- Di qonaxa sêyem de destpêkê kesên nexweşiyên wan ên kronîk hene wê werin derzîkirin. Ji van jî kesên temenê wan di navbera 40-49an de destpêkê, paşê jî 30-39 û 18-29 wê werin derzîkirin.
- Di qonaxa çaran de, ew kesên ku dora wan a derzîkirinê hatine lê di dema xwe de derzî li xwe nexistine wê werin derzîkirin. (TP/FD)