6 meh hevdîtina bi parêzeran re li Serokê PKKê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê di bin tecrîdê de ye û her sê girtiyên din Omer Hayri Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim hat qedexekirin.
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê serî li 2emîn Dadweriya Înfazê ya Bûrsayê da û hewl da sedema qedexeya di 6ê Mijdarê de hatiye dayîn hîn bibe; Lê belê agahî ji parêzeran re nehat dayîn.
Rêberê PKKê piştî 43 mehan yekem car di 23ê Cotmeha 2024an de di çarçoveya hevdîtina malbatê de bi biraziyê xwe Omer Ocalan, Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Rihayê re hevdîtin pêk anî. Ocalan di hevdîtinê de bal kişand ser berdewambûna tecrîdê û gotibû, "Ger şert û merc çêbibin, hêza min a teorîk û pratîkî heye ku vê pêvajoyê ji zemîna pevçûn û tundiyê derxînim qada hiqûqî û siyasî."
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê îtîrazên parêzeran ên derbarê qedexeyê de ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a Bursayê ve hatin redkirin.
Parêzer dê têkildarî biryara qedexeyê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) bidin.
Bi vî awayî di nava 8 salên dawî de cara 14emîn hevdîtina bi parêzeran re li Abdullah Ocalan hate qedexekirin.
(TY/AY)