Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Dozgeriyê di çarçoveya lêpirsîna derbarê “Danezana Montroyê” de ku 104 amîralên teqawitkirî amade kiribû ji bo îfadeyê bang li Alper Tezeren, İlker Guven, Metin Açimûz, Nûrhan Kahyaoglû, Ali Onel Yuksel û Tuggeneral Namik Kemal Çalişkan kiribû. Dadgehê bi şertê kontrola edlî serbest berdane.
Piştî îfadeyên li emnîyetê 6 leşkerên teqawitkirî duh di nava rojê de birine edliyeyê û dadgeha bi şertê kontrola edlî ew berdan e.
Dadweriya Cezayê Sulhê a Nobedar cezaya “qedexeya derketina derve” li 6 leşkerên teqawitkirî biriye û ew serbest berdane.
İşik Bîren, amîralê teqawitkirî ji ber ku li nexweş bûye û li nexweşxaneyê bû neçûye ji bo îfade dayînê.
(EKN/AY)