Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarî a Stenbolê de di 16ê Kanûna Pêşînde di serdegirtinên malan de 13 endamên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) hatibûn desteserkirin. Îro ji wan 6 kes hatin girtin.
Buroya Hiqûqê ya Bindestan aşkere kir ku lêpirsîna ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê birêvebirin, xwe dispêre çalakiyên weke seyran, daxuyaniya çapemeniyê û teziye.
ESP li ser hesabê xwe yê fermî têkildarî girtina 6 endamên xwe daxuyanî da. ESPê destnîşan kir û got:
"Em ê parastina jiyaneke bi rûmet bidomînin; em ê ji bo mafê xwe yê derbirîn, çalakî û rêxistinbûnê têbikoşin."
(TY/AY)
