* Fotograf: Pexels
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Navenda Çavdêriya li Kesên Neçar Mane û li Nava Welatên Xwe Bûne Koçber (IDMC) rapora xwe ya sala 2022yê îro aşkere kiriye.
Li gorî raporê, di sala 2020yê de hejmara kesên neçar mane û li nava welatên xwe bûne koçber 55 milyon bûn û ev hejmar di sala 2021ê de gihîştiye 59,1 milyonî.
Ev hejmara herî zêde ye ku heta niha hatiye tomarkirin. Li gorî rapora IDMCyê, ji br pêlên tundkariyê yên nû yên li welatên mîna Etîyopya, Afganistan, Sûriye û Komara Demokratîk a Kongoyê rû dane û pevçûnên dewam dikin ev hejmar zêde bûye.
Rapor behsa wê koçberiyê dike ku ji ber şer û pevçûnan û karesatên xwezayî li nava welatan bi xwe pêk tên.. Li gorî raporê di sala 2021ê de ji ber şer û pevçûnan 14,4 milyon mirov neçar mane li nava welatên xwe cih û warên xwe bihêlin û bibin koçber. Rêjeya sala 2021ê, li gorî sala 2020ê ji sedî 50î zêdetir bûye. (SD/FD)