Komeleya Rojnamegerên Dicle Firatê (DFG) rapora xwe ya meha Çiriya Pêşiyê ya binpêkirinên mafên rojnamegeran aşkera kiriye.
Di raporê de hatiye ragihandin ku di demeke ku pêwîst e rojnameger bi awayekî azad karê xwe bikin de zextli wan hatiye kirin û ev tişt hatiye gotin:
"Ev rewş nayê qebûlkirin. Di meha cotmehê de hevalên me yên nûçegihan dema ku li qadê nûçeyan dişopandin bi astengiyan re rû bi rû man. Rojnameger tên binçavkirin û her wiha gelek caran êriş li wan hatin kirin. Bi taybetî jî dema bûyerên civakî dişopînin polis tundî li wan dikin. Ji ber vê tundiyê êdî nikarin karê xwe bikin. Polis hevalên me yên rojnameger dişopînin, li wan didin û amûrên wan ên kişandinê desteser dikin.
Dadgehkirina rojnamegeran
Di raporê de hatiye destnîşankirin ku astengkirina rojnamegeran bûye karekî rûtin û weha hatiye gotin: "Divê bê zanîn ku ev nêzikbûn rewşeke metirsîdar e. Çawa çidibe rojnamgerekî ku mafê wî yê agahî girtinê dema şopandinê nûçeyê bê astengkirin? Divê di zûtirîn demê de ji vê bêperwatiya hêzên ewlehiyê re bê gotin ku raweste. Bi taybetî di qada darazê de hê jî derbarê rojnamegeran de lêpirsîn tên destpêkirin, tên darizandin û tirsandin. Di vê mehê de derbarê gelek hevalên me de lêpirsîn hatin vekirin, di heman demê de derbarê çar rojnamevanan de jî dozên nû hatin vekirin. Di nava mehekê de 58 rojnamevan derketin pêşberî dadger û hatin darizandin. Wekî ku di daneyên berfireh ên rapora me de jî tê dîtin, lêpirsîn û dozên hatine vekirin bi temamî ji ber xebatên rojnamegeriyê ne û bi awayekî ku hewl hatiye dayîn rojnamevan ji kar bê derxistin, pêk hatine."
Di raporê de hatiye bibîrxistin ku hê gelek rojnamevan li girtîgehan hene û ev tişt hatiye gotin, "Bêparhiştina rojnamevanan ji azadiyê bi serê xwe rewşeke giran e. Binpêkirinên mafan ên hevalên me bi wan re rû bi rû dimînin tabloya neyînî kurteber dike. Dem bi dem ji hevalên me yên li girtîgehê name ji komeleya me re tên nivîsandin û qala binpêkirinên mafan tê kirin. Tê fêmkirin ku li girtîgehên ku bûne birîna bixwîn a welat, ji bo hevalên me yên rojnamevan dest bi şêweyê cezakirinê kirine. Em careke din bînin ziman ku; mafê tu kesî nîne ku rojnamevanek ji azadiya wî bêpar bihêle."
50 nûçe hatine astengkirin
Di raporê de hatiye ragihandin ku pêkanînên sansurê di meha Çiriya Pêşiyê de leza xwe winda nekirine û wiha hatiye gotin: "Nûçeyên ku hikûmet û hevalbendên wê hezm nakin, bi bikaranîna saziyên dadgeriyê bi lez û bez tên sansurkirin. Bi qasî ku me tespît kirine tenê di meha cotmehê de xwegihandina 50 nûçeyan hatiye astengkirin û 5 malperên înternetê hatine girtin. Astengkirin û sansurên di medya dîjîtal de ne tevî wan daneyane. Mîna ku ev pêkanîn nîşan didin, mirovên li desthilatdariyê gelekî ji rastiyê ditirsin. Ji bo ku nûçeyan ji raya giştî re ranegihînin serî li her cure rêyê didin. Lê tê jibîrkirine; kurmekî rastiyan ê zû yan jî dereng derdikevin holê heye. Tu nikarî vê rastiyê bi kelepçekirinê, zincîrkirinê, girêdanê, astengkirinê, sansûrkirina di navbera çar dîwaran da biguherînî."
58 rojnameger hatine dadgehkirin
Di raporê de hatiye diyarkirin ku li Tirkiyeyê heta 2ê Çiriya Paşiyê hejmara rojnamegerên girtî 62 ne û di meha Çiriya Pêşiyê de 3 rojnameger hatine desteserkirin, êriş li 6 rojnamegeran hatiye kirin, 8 rojnameger dema nûçe şopandine hatine astengkirin, derbarê 8 rojnamegeran de lêpirsîn hatine destpêkirin, doz li 4 rojnamegeran hatiye vekirin, 2 sal, 6 meh û 12 roj cezayê girtîgehê û 16 hezar û 600 TL cezayê pereyan li 3 rojnamegeran hatiye birîn, darizandina 58 rojnamegeran berdewam kiriye, di girtîgehê de mafên 3 rojnamegeran hatiye binpêkirin, 2 cezayên RTUKê hatine dayîn û 50 nûçe û 5 malperên înternetê hatine astengkirin.(AY)
*Çavkanî: Ajansa Mezopotamyayê