Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê 56 kesên bi sûcê “endamtiya PKKyê” tên girtin aşkere kirin ku, bi hinceta astengkirina hevdêtina Serokê PKKyê Abdullah Ocalanî bi malbat û parêzeran re dest bi greva birçîbûnê kirin.
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş û Parlamenterê Colemêrgê Adullah Zeydan jî li heman girtîgehê ne.
Li gorî nûçeya Unsal Yucel nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Doganê (DHA) greva birçîbûnê di roja sêyem de ye.
Parlamentera HDPyê ya Rihayê Dîlek Ocalanê jî derbarê mijarê de ji Serokê Parlamentoyê Îsmaîl Kahramanî pirsî bû ku “Ti hinceta hiqûqî ya fişara ku her diçe zêde dibe û tecrîta giran a li dijî hiqûqa navneteweyî û neteweyî heye gelo?”.
Çi bûbû?
Ji 27ê Tîrmeha 2011yê heta niha nahelin ku Ocalan bi parêzerên xwe bi awayekî rêkûpêk hevdîtinê bike. Ji 5ê Nîsana 2015yê û vir ve jî çûna malbat û xizmên wî tê astengkirin.
Ocalan di navbera 28 û 29ê Nîsana 2016yê de bi endamên Komîteya Pêşîgirtina Tevgerên Xirab û Îşkenceyê yên Konseya Ewropayê (CPT) re karîbû hevdîtinê bike.
Dilxwazên ji Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Kongreya Jinên Azad (KJA), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ji bo qedexeya hevdîtinê ya li ser Ocalanî rabe, dest bi greva birçîbûnê kiribûn.
Li ser vê rewşê Mazlûm Dînç parêzerê Ocalanî û Mehmet Ocalan birayê wî di 11yê Îlona 2016yê de çûbûn Grava Îmraliyê û hevdîtinek bi Ocalanî re pêk anî bûn. Li ser vê yekê greva birçîbûnê bi dawî hatibû.
Demîrtaş jî ketibû greva birçîbûnê
Demîrtaş û Zeydan jî “ji ber tevgerên li dijî hiqûqê yên li Girtîgeha Edîrneyê û ji bo bidawîanîna greva birçîbûnê ti gav nehatiye avêtin” di 30ê Adarê de dest bi greva birçîbûnê kiribûn.
Greva birçîbûnê ya girtiyên ji doza PKK û Partiya Azadiya Jinan a Kurdistanê (PAJK) 64 rojan berdewam kiribû, bi banga KCKyê di 19yê Nîsanê de bi dawi bûbû. (AS/FD)