Saziyên navneteweyî yên çapameniye û azadiya derbirînê, ji bo Nedîm Turfent, Nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ku bi KHKê hatibû girtin daxuyaniyeke hevpar dane û banga serbest berdana wî kirine. Rojnameger Turfent 2 hezar roj in di Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê de girtî ye. Di gotara ku 54 rêxistinan îmze kirine de hatiye xwestin demildest û bêşert Turfent bê berdan û biryara cezaya derbarê wî de bê betalkirin.
Thîda: Divê Nedîm were tehliyekirin
Ma Thîda, Seroka Komîteya Nivîskarên Girtî ya PENa Navneteweyî gotiye, “Ji bo ku dawî li vê neheqiyê were divê rayedarên Tirkiyeyê demildest û bê şert Nedîm serbest berdin û biryara cezaya wî were betal bikin. Civata PENê li gel hemû nivîskar û rojnameger û Nedîm e ku yên bi neheqî li Tirkiyeyê hatine girtin. Heta her yek ji wan azad bibe Civata PENê wê têkoşînê ji bo azadiya wan bidomîne.”
Kok: Rojnamegeriya divê bihata xelatkirin, hatiye cezakirin
Mûrat Kok, Koordînatorê Ragihandin û Projeyê yê Komeleya Xebatên Hiqûq û Medyayê(MLSA) destnîşan kiriye ku rojanmegeriya ku divê bihata xelatkirin, hatiye cezakirin û weha gotiye:
“Neheqiyên ku Nedîm rûbirû mane di rastiyê de neheqiyên ku piraniya rojnamegerên Kurd yên Tirkiyeyê rûbirû bûne ye. Ji ber vê yekê, em ji dil bang li hemû kes û saziyên ku azadiya ramanê diparêzin dikin ku bi Nedîm re di nava piştevaniyê de bin.”
Saziyên ku îmzeya wan li bin daxuyaniyê ne ev in:
"ARTICLE 19, Articolo 21, Association of European Journalists (AEJ), Cartoonists Rights Network International (CRNI), Committee to Protect Journalists (CPJ), Croatian PEN, Danish PEN, English PEN, European Centre for Press and Media Freedom (ECPMF), European Federation of Journalists (EFJ), French PEN, German PEN, Komeleya Mafê Mirovan (İHD), IFEX, Index on Censorship, Hewldana Dijî Sûcê Nêrînê, Irish PEN, Kurdish PEN, Montenegrin PEN Center, OBC Transeuropa (OBCT), PEN America, PEN Bangladesh, PEN Belgium, PEN Centre of Bosnia & Herzegovina, PEN Esperanto, PEN Estonia, PEN Georgia, PEN Iraq, PEN Latvia, PEN Malta, PEN Melbourne, PEN Moscow, PEN Netherlands, PEN Norway, PEN Portugal, PEN Québec, PEN Romania, PEN Suisse Romand, PEN Trieste, PEN Turkey, Perth PEN, CentreRussian PEN, San Miguel de Allende PEN, Slovene PEN, South East Europe Media Organisation (SEEMO), St Petersburg PEN, Swedish PEN, Pojeya Piştgiriya Dozên Mafên Mirovan ên Tirkiyeyê, Vietnamese Abroad PEN centre, Wales PEN Cymru."
Çi bûbû?
Di 12ê Gulana 2016ê de wesiyate ku Nedîm Turfent têde bû, li ketina Wanê hat sekinandin û ew hate desteserkirin. Turfent di 13ê Gulanê de piştî îfadeya xwe ya Dozgeriya Geverê, ji hêla dadgehê ve bi îdiaya ku "endamê rêxistinê" ye hat girtin.
Di vê navberê de li ser hin hesabên medyaya civakî, parvekirinên ku gef li Turfentî dixwarin hatin belavkirin.
(AY)
*Çavkanî Ajansa Mezopotamya