Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Di sala 2018yê de 52 mêr wê 52 hefteyan li bianetê tundkariya mêran binivîsînin.
Rojnameger Mûrat Çelîkkan wê nivîsa pêşiyê binîse û nivîs wê 10ê Kanûna Paşiyê ya 2018yê roja Çarşemê di bîanetê de bê weşandin.
Piştî wê her hefte roja Çarşemê mêrên karên medyayê, wêjeyê, akademiyê, spor, sînema, muzîk û têkoşîna mafan dikin wê “mêrbûna xwe” û nêrîn û tecrûbeyên xwe yên derbarê “tundkariya mêran” de par ve bikin.
Şenay Aydemîr wê vê xebatê koordîne bike û Kemal Gokhan Gurses jî wê xêz bike.
Sala 2017yê ne saleke baş bû, ji bo jinan saleke careke din baş derbas nebû. Çend tişt hebûn ku baş bûn. Yek ji wan jî tevgera #MeTooyê bû.
Her tişt bi aşkerekirina Harvey Weinsteinê yek ji produktorê Hollywoodê dest pê kirin. Gelek salan destdirêjî li gelek jinan kiribû. Jinên navdar ên Hollywoodê jî di nav de hin jinan tiştên ku Weinsteinî kiribûn aşkere kirin. Hin ji wan bêdeng man.
15yê Çiriya Pêşiyê lîstikvana DYAyî Alyssa Milanoyê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî mesajek par ve kir: “Heke hemû jinên ku rastî destdirêjiya zayendî û êrîşa zayendî hatibin li ser hesabên xwe yên medyaya civakî bibêjin #Ezjî (#MeToo), dibe ku em rengê pirsgirêkê nîşanî yên din jî bidin.”
Tevgera #MeTooyê bi vî awayî dest pê kir. Bêdengiya jinan a li hemberî destdirêjiya ku rastî wê tên û pêwistiya aşkerekirinê ya fişara “mêran” a ku ji ber jin dema dengên xwe derdixin rastî wê tên bi dengekî bilindir hat gotin. Digel vî qasî feminîstan bi salane digotin ku, tundkariya mêran gelekî qatqatî ye.”
Di navberê de zêde dem nebihurî û du roj şûn de bi hashtaga #HowIWillChange (#EzêÇawaXweBiguherînim) kampanyayeke dest pê kir.
Bianetê piştû du rojan bi çêkirina nûçeyekê piştgiriya vê bangewaziyê kir. Me bangewazî kir lê nedibû ku em piştgiriyê nekin. Bi hashtaga #EzêÇawaXweBiguherînim tweeta pêşiyê min avêt. Lê ev tişt nedomand.
Li Tirkiyeyê em mêr naxwazin li ser rewşa mêrbûnê bifikirin.
Bila 52 nêzîkatî, jêpirsîn û tecrûbeyên ku di 52 hefteyan de bên weşandin bibe gava pêşiyê ya destberdana ji reva vî tiştî. Gelo em mêr çima li hemberî “guhertinê” li ber xwe didin? Bila her tiştên ku bên nivîsandin weke mêr me bide ponijandin, bide nîqaşkirin û jêpirsîn.
Zehmetiya ku dema min ji bo hashtagha #EzêÇawaXweBiguherînim tweet avêt ez nikarim bînim ziman. Dawiya dawî ez dizanim ku ‘Na’ bersivek e, divê ez israrê nekim. Niha ez bala xwe didimê û ez dibînim ku tweeta min bi hashtaga #EzêÇawaXweBiguherînim avêtiye gelekî kêm bûye. Lê ez dizanim ku ev zehmetî û rewşa ku ez nizanim çi bibêjim bi xwe jî ji ber “rewşa mêrbûnê ye”. Gelo heta niha ez çiqasî li ser mêrbûna xwe ponijî me û min çi qasî xwe “pîva ye?”.
Hejmar rewşa tundkariya mêran nîşan didin; hûn dikarin wan çeteleyan kontrol bikin ku bianet meh bi meh, sal bi sal tomar dike. Ev çetele digel dewleta mêr, deskeftiyên jinan jî nîşan didin.
Bi kurtasî em dibêjin ku “Ne Tesadife” di binê her bûyera tundkariyê de rewşa mêrbûnê heye. Em jî bi qebûlkirina slogana “Tundkariya mêran ne tedasif e” dikarin dest bi karî bikin.
“52 hefte 52 mêr” vexwendinek e, veguhestina kampanyayeke mezin di destên me mêran de ye. (HK/FD)
* Xêz: Kemal Gokhan Gurses