Hejmara kesên di çarçoveya lêpirsîna êrişa li dijî Dêra Santa Mariayê de hatine desteserkirin bûn 51.
Xebatên ku ekîbên Şaxa Îstixbarat û Têkoşîna Dijî Terorê ya Rêvebiriya Emniyeta Stenbolê piştî êrîşa çekdarî ya duh (28ê Kanûna Paşiyên) li Dêra Santa Mariayê ya Sariyera Stenbolê dabûn destpêkirin, dewam dikin.
Ekîban tesbît kirin ku 2 gumanbarên ku bi wesayîta bi plakeya biyanî nêzî cihê bûyerê bûn û bi peyatî ketin dêrê, piştî êrîşê bi heman wesayîtê reviyan û çûn navnîşaneke Başakşehîrê.
DAIŞê berpirsiyariya êrîşa Dêra Santa Mariayê girt ser xwe
Di operasyona hemwext a ku li 30 navnîşanan hat lidarxistin de 51 gumanbar hatin desteserkirin. Di nav wan de herdu êrişkarên bi navê A.K. ê ji Tacikistanê û D.T. yê ji Rûsyayê jî hene.
23 gumanbarên ku di operasyona piştî êrîşê de hatin desteserkirin û têkiliya wan bi bûyerê re nehatiye tespîtkirin, ji bo werin dersînorkirinê şandine navenda dersînorkirinê. Pêvajoya îfade girtina 28 kesên din jî hê didome.
Duh li dijî ayîna Yekşemê ya Dêra Santa Marîayê ya li Sariyera Stenbolê êrişa çekdarî hatibû kirin û di encamê de kesê bi navê Mûrat Cîhan hatibû kuştin.
(TY/AY)