Fotograf: Ozan Kose
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Ûtkû Çakirozer, Parlamenterê Partiya Gel a Komarî (CHP) yê Eskîşehîrê, rapora xwe ya azadiya çapemeniyê ya meha Çiriya Pêşiyê aşkere kiriye. Çakirozerê ku beriya bibe parlamenter rojnamegerî dikir, di raporê de behsa binpêkirinên mafan ên di warê azadiya xweîfadekirinê û ya çapemeniyê de kiriye.
Li gorî raporê di meha Çiriya Pêşiyê de herî hindik 50 rojnameger hatine dadgehkirin. 3 rojnameger bi 3 sal û 9 meh û 12 roj cezayê girtîgehê ceza kirine. 16 hezar û 600 TL cezayê pereyan li rojnamegerekî birîne.
Di dema şopandina çalakiyan an jî bûyeran de derb li 8 rojnamegeran dane û ew asteng kirine. Her weha 2 rojnameger desteser kirine. RTUKê her yek carekê cezayê pereyan li kanalên televizyonê, Halk TV û Tele 1ê biriye. Lêkolînek derbarê Fox TVyê de daye destpêkirin.
Hin xalên serek ên raporê wiha ne:
- Di meha Çiriya Pêşiyê de herî hindik 50 rojnameger hatine dadgehkirin. 3 rojnameger bi 3 sal û 9 meh û 12 roj cezayê girtîgehê ceza kirine. Cezayê girtîgehê ji rojnamegerekî/ê re xwestine. Nivîskar û hunermendê fotografan Mehmet Ozer bi sal û 3 mehan, Berpirsê Giştî yê Weşanê yê İleri Haberê Dogan Ergun bi 11 meh û 20 rojan cezayê girtîgehê, rojnameger Vedat Örüç bi sal û 6 meh û 22 roj cezayê girtîgehê hatine cezekirin.
- Serokê Komeleya Rojnamegeran ê Bedlîsê û Berpirsê Weşanê yê Giştî yê Bitlis Newsê bi 16 hezar û 660 TL cezayê pereyan ceza kirine.
- Ji ber mesajeke wî ya li ser Twitterê, bi tohmeta ku “heqaret li Serokomarî kiriye” lêpirsînname ji bo nivîskarê T24ê Hasan Cemalî vekirine.
- Ji ber nûçeyek li ser leşkerekî ku bi tohmeta “êrîşa zayendî ya bibandor” dihate dadgehkirin, weşandiye û li ser hesabên medyaya civakî nivîs nivîsandiye, lêpirsînnameyek ji bo edîtora Ajansa Nûçeyan a Etkînê, Pinar Gayipê amade kirine.
- Ji ber nivîs hu weşanên wan, lêkolînname ji bo nivîskarê rojnameya Cûmhûriyetê Bariş Pehlîvan û spîkera Tele 1 TVyê Begumhan Aydoganê amade kirine.
- Rektorê ku nû tayînî Zanîngeha Bogaziçiyê kirine, giliyê xwendekaran li bal polîsan kiribû. Firat Fistik, nûçegîhanê Gerçek Gundemê nûçeyek derbarê vê gilînameyê de weşandibû. Lêpirsînnameyek ji bo Fistikî amade kirine. Her weha lêpirsînname ji bo rojnameger Oktay Candemîr û Îdrîs Yaylayî jî amade kirine.
- Bîlal Erdogan, kurê Serokomarî giliyê rêveberên rojnameya Cûmhûriyetê, Serkan Ozan, Olcay Buyuktaş Akça, Ozan Yûrtoglû û nûçegîhan Hazal Ocakê kiriye û ji ber vê rewşê doz li van navan vebûye.
(HA/FD)